Amed Şêrdil û Şiyar oxir dikin

11:58

JINHA

AMED - Piştî merasîma cenaze ya li Parka Koşuyoluyê dê Şêrdil û Şiyar li Gotistana Yenikoyê bên definkirin. Bi diruşmên "Bijî berxwedana Surê" meş berdewam dike.

Ji bo merasîma cenazeyê Şêrdil Cengiz û Şiyar Salman ên bi guleya polîsan hatine qetilkirin li Parka Koşuyoluyê bi hezaran welatî kombûne. Merasîma li ber Bîradariya Mafê Jiyanê berdewam dike parlementerên HDP'ê, nûnerên navend û navçeyên DBP û HDP'ê, hevşaredar jî tevlîbûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê nimêja cenaze hat kirin. Paşê Hevserokê Navenda DBP'a Amedê Ali Şimşek axaftinek kin kir. Ali balkişand ser êrîşên ser Surê berdewam dike û wiha domand: "Li hember gelê kurd polîtîkayek qirêj tê kirin, lê gelê kurd bi berxwedanê wê polîtîkayê vala derdixin. Emê ticarî dest ji mafê xwe yê herî rewa berxwedana rêveberiyên cewherî bernedin."

Piştî axaftinan bi deh hezaran welatiyan cenazeyê Şêrdil û Şiyar li ser milê xwe kirin û bi diruşmên weke "Amed şiyar be, li şehîdên xwe xwedî derkeve", "Bijî berxwedana Surê", "PKK gele, gel li vire", "Şehîd namirin" û "Qatîl AKP ji Kurdistanê derkeve" ber bi Goristana Yenikoyê ve ketin rê. Meşa bi deh hezaran welatiyan berdewam dike.

(zt)