‘Ne ji xendekanbûna niha dewletê me hemûyan kûştibû’
12:26
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX- Dayika Meqbûla İgdî ya 15 salî ku duh hatibû birîndar kirin got ku keça wê dema xwestiye ji zilma dewletê bireve ji aliyê dewletê ve hatiye birîndar kirin û diyar kir ku dewlet xendekan ji êrîşên xwe re dike hincet lê xendek parastina wanin.
Mekbûla İgdi ya15 salî ku duh ji Taxa Nur diçû Taxa Banê Xanê ji aliyê polîsan ve hat birîndar kirin. Meqbula ku ji serê xwe birîndarbû hê jî taluka jiyana wê berdewam dike. Dayika Meqbûla Şeker İgdî destnîşan kir ku keçe wê çûye ku here mala xuşka xwe ji aliyê sekvanan ve hatiye birîndar kirin û ev tiş anî ziman: "Keça min ji ber zilma dewletê reviya çû disa ji alî dewletê hat birîndar kirin. Dewlet çi ji min dixwaze cara din derê me şikandin mala me dan ber gûlan. Duh jî keça min birîndar kirin. Ji saet yekê heya pencan keça min di emelyatê de ma min hê jî keça xwe ne dîtiye. Em jî insanin me heqê kesî nexwariye me zilmê li kesî ne kiriye.”
‘Dewlet xendek dike hincet lê xendek parastina me ne’
Şeker bilêv kir ku ji ber qedexeya hatiye ilan kirin ew nikare here keça xwe jî bibîne û ev tişt anî ziman: "Em ji mala xwe dernekavim hima tiştek ji me jî bive bila di mala me de bibe." Şeker got ku caradin bi panzêran malê wan hatine xira kirin û polîsan ji wan re gotiye “ Hûn hemû Ermenî ne” û wiha pêde çû: "Dewletê gûndê me şewitand. Em ji gûnd reviyan hatin vê derê niha dixwazin em ji vê derê jî birevin lê em narevin.”
Şeker anî ziman ku dewlet ji bo êrîşî wan bike xendekan dike hincet û wiha got: "Ev xendek tinebin ewê werin têkevin malê me hemûyan bigrin û bi kujin, kafire ne dinê wan heye ne imana wan heye.”
Şeker bang li hemû gelê Kurd kir ku xwedî li têkoşînê derbikevin û wiha dewam kir: “Em aşitiyê dixwazin. Em mecbûrin ji bo aşitiyê tê bikoşin. Em dibêjin xuşk û biratî ew dibêjin neyartî.”
(ma/zt)