Li Kerboranê jinên dixwazin ser tendûrê nan çêkin jî dibin hedef
12:50
JINHA
MÊRDÎN - Qedexe û êrîşên giran li navçeya Kerboranê di roja 5. de didome. Dayîkê Muhammed Akyuz ê ku bûye hedefê guleyê polîsan û bi giranî birîndar bibû, Sacîde Gezgîncî dema xwest biçe kurê xwe xilas bike ew jî bû hedefa polîsan û birîndar bû. Hat hînbûn ku ji ber birîna giran ya Sacîde dê milê wê jêbikin. Gelê Kerboranê beramberî hemû êrîşan parastina xwe a cewherî pêk tînin û li berxwe didin.
Dorpêça li navçeya Kerborana Mêrdînê di roja 5. de didome û êrîş her ku diçe giran dibe. Navçeya ku hatiye dorpêçkirin av û elektîrîk li ser gel hatî birîn. Li gorî agahiyên ji welatiyên wir hatine sitandin, jinên ku dixwazin nan ser tendûrê bibrêjin tên gule baran kirin û her wiha bîrên avê jî tên hedef girtin ku gel nekaribe avê bigre. Welatiyan da zanîn ku hemû tevgerên li navçeyê dibin hedefa guleyan û ji ber birîna operatorên GSM'ê raghandin kêmbûye. Welatiyan di heman demê de qala sewqiyeta cerdevanan kirin û gotin polîs û leşker dibistan wek navendên leşkerî bikartînin.
'Tehlûkeya jiyanî a Muhammed didome'
Di êrîşên roja 3. de ciwanê bi navê Takyeddîn Oral hat qetil kirin. Duvre ciwanê bi navê Muhammed Akyuz bu hedefê guleyê polîsan. Ji ber astengiya polîsan 14 saetan Muhammed li erdê bi aweyek birîndar ma û gelek xwîn jê çû. Muhammed yê ku piştî çend saetan ji Taxa Safa derxistine û ji Kerboranê sewkî Nexweşxaneya Dewletê a Mêrdînê kirine girtin bin ameliyetê. Li gorî agahiyên dawiyê tehlûkeya jiyanî a Muhammed didome.
Dayîka Muhammed Sacîde Gezgîncî û dapîra wî Hatîce Gezgîncî dema xwastin kurê xwe xilas bikin ew jî bibûn hedefa guleyê polîsan û bi giranî birîndar bûn. Jinên ku birîndar bûne piştî çend saetan ji aliyê welatiyan ve hatin girtin û ji Kerboranê sewqî Nexweşxaneya Dewletê yê Mîdyatê hat kirin. Duvre Dîldar Demîr a ku di encama êrîşan de birîndar bûye ew jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê yê Mîdyatê hat kirin. Li gorî agahiyên hatine wergirtin rewşa Sacîde Gezgîncî girane. Dayîka 4 zarokan Sacîde sewqî Fakûlteya Tip a Dîcle yê a Amedê hat kirin. Ji ber birîna giran, agahî hatin girtin ku dibe milê wê jêkin.
Polîs gule direşîne ser gel lê gel cardin dev ji cihê xwe bernade
Welatiyên ku ji gundên Xelîla, Deywan, Mişte û ji taxên cuda ên Kerboranê bi armanca berxwedana Kerboranê silav bikin, ber bi navçeyê ve dest bi meşê kirin. Polîsên dixwazin vîna gel bişkînin bûn asteng û gule reşandin ser gel. Gel li dijî hewldanên komkujî û êrîşan cardin li ser riyê ketina navçeyê bendewariya xwe didomînin.
Di çerçoveya parastina cewherî de berxwedan dewame
Li beramberî hemû hewldanên êrîşan û qirkirinan gel parastina xwe yê cewherî û berxwedana xwe didomîne. Gelê navçeyê diyar kirin ku ew ê li hember hemû cureyên êrîş û komkujiyê berxwedana xwe bilind bikin.
(rc)