Şêrdil û Şiyar ber bi bêdawiyê ve hatin rêkirin
14:10
JINHA
AMED - Li Amedê Şêrdil û Şiyarên bi guleya polîsan hatin qetilkirin bi diruşmeyan ber bi bêdawiyê ve hatin rêkirin.
Duh li tevahiya Amedê ji bo protestokirina êrîşên ser Surê çalakî hebûn. Di çalakiyan de Şêrdil Cengiz û Şiyar Salman bi guleya polîsan hatin qetilkirin. Cenazeyên Şiyar û Şêrdil ji Parka Koşuyoluyê bi dirêjiya 3 kilometreyan bi konvoya wesayîtan ber bi Goristana Yenikoyê ve hatin rêkirin. Bi deh hezaran welatiyan bi diruşmên weke "Bijî berxwedana Surê", "PKK întikam", "Şehîd namirin", "PKK gele gel li vire" û "Qatîl AKP ji Kurdistanê derkeve" dest bi meşê kirin.
Di meşê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu, Hevserokê Giştiyê DBP'ê Kamuran Yuksek û Hevseroka Giştiya Bajarê Mezinê Amedê Gultan Kişanak jî di navê de gelek siyasetmendar û nûnerên saziyên civakî jî amadebûn.
Şêrdil û Şiyar bi tilîliyan sipartin axê. Piştî xwendina duayan ji ser ziyaret girse berlavbûn. Dê ji bo Şêrdil û Şiyar 3 rojan li Mala Şînê ya Dêrcîmê şîn bê danîn.
Piştî merasîma definkirinê welatî ber bi cihê civîna Civîna Koma HDP'ê lê çêbibe Şaredariya Bajarê Mezin ve meşiyan.
(zt)