Polîsan ser mala şînê de girtin berxwedanê despêkir

14:16

JINHA

AMED - Bi hezaran welatiyên ji bo bîranînê ber bi cihê ku Şêrdil û Şiyar bi guleya polîsan hatîn qetilkirin ve meşiyan. Dema ku welatî ber bi cihê bûyerê ve meşiyan rastî mudaxeleya polîsan hatin. Li hemberî êrîşan berxwedanê despêkir.

Di çalakiyên protestokirina qedexeya derketina kolanan de bi guleya polîsan Şêrdil û Şiyar hatin qetilkirin. Piştî definkirina wan bi hezaran welatî ber bi navçeya Rezan cihê ku her du ciwan lê hatine qetilkirin ve meşiyan.

Li cihê Şiyar û Şêrdil lê hatine qetilkirin dua hatin xwendin, bi hezaran welatî ji bo beşdariya Civîna Koma HDP'ê bibin ber bi Şaredariya Bajarê Mezin ve meşiyan. Li semta Ofisê ya Yenişehîrê polîsanê rê li pêşiya meşê girtin, bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî meşê kirin

Li hemberî êrîşan welatî ketin nava kolanan û dest bi berxwedanê kirin.

(zt)