Çete mizgeft û dêr girt hedefê xwe

15:09

JINHA

HELEB - Çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şem ên ku êrîşê Taxa Şêxmeqsûd dikin, vê carê dêr û mizgef kiriye hedefê xwe.

Çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şem ên ku êrîşê Taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê dikin, bê navber taxê topbaran dikin û vê carê cihên pîroz girtin hedefê êrîşên xwe. Êrîş û dorpêça ku ji 28'ê Mijdarê heya niha didome 5 mizgeft û 2 dêr hatine hilweşandin. Komên navborî ku li ser navê Îslamê tev digerin mizgeftên Selahilldîn El-Eyûbî, Stenbolî, Ferewatî, Marûf û Şiqeyif topbaran kirin. Çeteyan li taxê Dêra Meryem El-Ezraa û Qeddîs Komîdas yên li rojhilatê taxê hedef girtin. Dîwar û pirtûkên di herdu dêran jî şewitîn.

Çete malên welatiyên sivîl jî topbaran dikin. Heta niha gelek ziyanên mezin gihiştin malan û gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne.

(rc)