Li Cizîrê cerdevanên zora operasonê lê hatin kirin: Emê çekan berdin

15:21

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîr û Silopî sewqiyata leşkerî bi hewayî û bejayî her diçe zêde dibe. Hat zanîn ku zor li cerdevanan tê kirin ku beşdarî operasonê bibin. Cerdevan napejirînin û gotin; "Emê çekan berdin."

Li navenda Şirnexê, navçeyên wê Cizîr û Silopî sewqiyata leşkerî bi hewayî û bejayî her diçe zêde dibe. Li hemû dibistanan wesayîtên tîmên tayîbet hatine bicîh kirin. Hat zanîn ku zor li cerdevanên eşîretên Kiçî û Teyan tê kirin ku beşdarî operasonên qirkirina ser Cizîr û Silopiya bibin. Fermandariya leşkerî zor li cerdevanan kirin ku bi zorî di nava operasonên qirkirinê de cîh bigirin. Cerdevan napejirînin û wiha gotin; "Emê nebin parçeyek ji êrîşên qirkirinê. Ger hun îsrar bikin emê çekan berdin."

(ma-at/zt)