DBP: Divê çalakiyên bêdawî lezgîn têkevin meriyetê

15:44

JINHA

AMED - Ji Hevserokatiya Giştiya DBP'ê girêdayî îlana qedexeyên derketina kolanan ên li herêma Kurdistanê berdewam dike nivîs. Nivîs wihaye; "Divê gelê kurd bi berpirsyariya dîrokî di nava rewşa kirîtîk de rolê xwe bilîze. Divê çalakiyên demokratîk bi lezgînî têkevin meriyetê. Bila her kes li devera ku lêne li hember êrîşên hene têkevin nava tevgerê."

Ji Hevserokatiya Giştiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê girêdayî îlana qedexeyên derketina kolanan ên li herêma Kurdistanê berdewam dike nivîsek hat weşandin. Nivîs wihaye: "Weke tê zanîn piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê Hikumeta AKP'ê dest bi êrîşan kiriye. Di serî de Sur, Nisêbîn, Kerboran, Cizîr, Silopî, Hezex û Gever îlana qedexeya derketina kolanan li her deverê belav bûye. Li hemberî van êrîşan divê hemû rêxistinên me yên navend, navçe û bajarokan çalakiyên mezin û lezgîn bidin despêkirin. Divê her kes zêdetir bi giyana berxwedanê li hember êrîşên heyî bisekinin û giyana topyekun berxwedanê nîşan bidin."

(zt)