Jinên Cizîrê ji Serokwezîre gotin: Em ji xwe azadin dewlet asteng dike
16:18
JINHA
CIZÎR - Jinên Cizîrê bertek nîşanî gotinê Serokwezîr Ahmet Davutoglu a 'Em ê li Cizîr û Silopiyê qadên azad avabikin' dan û diyar kirin ku di têgihîna azadiya Ahmet Davutoglu de komkujiyê heye û wiha gotin, "Gelê Cizîrê ji xwe azade, dewlet azadiya gel asteng dike."
Welatiyên Cizîrê bertek nîşanî gotina Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya berî ziyareta Esenboga li balafirgehê gotibû, "Li Cizîr Silopî û tevahî navçeyên me, her bostek axê vî welatî, ji bo jiyanek aram em ê bikin qadên azadiyê" dan û gotin, "Bi me qetilkirinê re dê azad bike." Ji jinan Tuba Emînoglu wiha got, "Ahmet Davutoglu dê çawan Cizîr û Silopiyê azad bike, bi valakirin û qetilkirinê re? Niha li Cizîrê qedexeyê derketina kolanan heye û jinên Cizîrê qedexeyan bi tilîliyên xwe pêşwazî kirin. Gelê Cizîrê ji xwe azade, yê ku azadiya gel asteng dike dewlet bi xwe ye."
'Di têgihîna azadiya Davutoglu de komkujî heye'
Tuba anî ziman ku di têgihîna azadiya Ahmet Davutoglu de komkujî heye û wiha got: "Difikire ku bi valabûna vir re wê Cizîr azad bibe. Gelê Cizîrê di berxwedanê deye û ez di wê baweriyê de me ku gel dê bi serbikeve. Ji berxwedana Cizîrê mijara ku herî zêde balê min kêşaye; netirsa gel e. Bawerî bi serkeftinê heye û di çêkirina çeperan de piştgirî didin hev. Jin, zarok û ciwan hemû bi hevre dixebitin. Biryarbûnek mezin di berxwedana gel de heye."
'Li hember qedexeyan bi tilîliyan em berxwedidin'
Duygu Hardal jî gotin dewlet bi îlankirina qedexeya derketina kolanan dixwaze rewatiya xwe bide avakirin û bertek nîşanî gotinê Serokwezîr Ahmet Davutoglu a 'Em ê li Cizîr û Silopiyê qadên azad avabikin' da û wiha got, "Cizîrê ji xwe azade, gelê Kurd ji xwe qedexeyan nasnake. Dewlet ji bo xwe van qedexeyan pêk tîne. Wek tê dîtin gel li kolanan bi aweyek azad guvendê digerîne. Mamosteyên ku dewlet şandibûn jî armanca wan bişavtin pêk anîne, çûyîna wan jî tiştek diyar nake ji bo me. Em li vir azadin bila ew xwe bifikirin. Jin li vir bi tilîlî, çepik û govend gerandinê li berxwedide. Berxwedana jin û ciwanan wê neşke."
(rc)