Ber bi Cizîr û Silopî ve sewqiyata maşîneyê zirxî
18:20
JINHA
MÊRDÎN - Di saetên êvarê de bi dehan maşîneyên zirxî yên leşkerî û polîsan ji aliyê Qosera Mêrdînê ber bi navçeyên Cizîr û Silopî ve hatin şandin.
Piştî ku li navçeya Cizîr, Silopî û Nisêbînê "qedexeya derketina kolanan" hate îlankirin, ji dûh ve sewqiyat li ser sewqiyatê ya leşkerî û polîsan ber bi van navçeyan ve pêk tê. Ji duh ve heta îro saetên êvarê sewqiyata leşkerî û polîsan a maşîneyê zirxî ber bi Cizîr û Silopî ve didome. Di saetên êvarê de bi dehan maşîneyên zirxî yên wek kobra, kirpî û jammer pêl dihatin, ji aliyê navçeya Qosera Mêrdînê ber bi navçeyên Cizîr û Silopî ve hatin şandin. Dema sewqiyata leşkerî û şebeyekên telefonan û 3G hatin qutkirin.
(ekîb/bg/zt)