'AKP'e hêrsa binkeftina li Rojava, hember gelê bakûr diyar dike'

09:06

Sorgul Şêxo- Jînda Azad/ JINHA

TILTEMIR - Hevseroka Meclîsa Gel a bajarê Hesekê Îsra Êlîas derbarê komkojîya ku li bajarê Til Temir û êrîşên li hember gelê bakûrê Kurdistanê de pêk tê nirxandin kir. Îsra got, "Gelê ku di bin dagirkeriya zilmê de jiyan dikir bi pêk anîna şoreşan re berxwedanên mezin derket holê. Hêzên desthilatdar û dagirker li hember çirûska berxwedanê tehmûl nakin û ji ber vê li her derî êrîşê berxwedana gel dikin. Şerên li Rojhilata Navîn û bi taybet yê li Rojava û bakûrê Kurdistanê vê yekê nîşan dide. Serkeftin wê a gelan be."

Hevseroka Meclîsa Gel a bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê derbarê êrîşên hember bajarê Til Temir a ku di encamê de 26 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 122 kes jî birîndar bû nirxandin kir. Îsra da zanîn ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê bi alîgirê hikûmeta AKP'ê pêk hatiye û wiha got, "Hikûmeta AKP'ê li hember destkeftiyên Rojava bê tehmûliya xwe bi piştgirî dayîna çeteyan diyar dike. 4 Salin li Rojava têkoşîn û berxwedanek bê hempa tê jiyan kirin û ev yek ji tevahî cîhanê re bûye çavkanî. AKP'ê hêrsa binkeftina xwe yê li Rojava li bakûrê Kurdistanê bi êrîşa li hember gelê Kurd nîşan dide."

'Li hember zilmê gelê Til Temirê carek din wê li berxwe bide'

Îsra da zanîn ku sedema êrîşa li ser bajarê Til Temir, serkeftina Kongreya Sûriya Demokratîk bû û wiha domand: "Ji li hevhatin û parvekirina jiyana hevpar ditirsin, ji ber jiyanek hevpar xizmetê berjiwandiya wan nake. Dixwazin nekokî û qeyranê di nava gelan de avabikin. Êrîşê wan bertek û hêrsê berxwedanê bilind dike. Gelê bajarê Til Temir dê xwedî li ax û şoreşa xwe xwedî derkeve. Li hember zilmê gelê Til Temirê carek din wê li berxwe bide."

'Berxwedana gel dê bi serbikeve'

Îsra destnîşan kir ku li pişt çeteyên DAIŞ'ê dewleta Tirk, Sudî û Qeter heye û wiha pêde çû: "Bi piştgiriya van dewletan dixwazin serhildan û berxwedana Kurdan biçewsînin. Bi dorpêç, ambargo û êrîşên giran difikirin ku vîna vî gelî bişkînin. Lê xwe dixapînin. Gelê Kurd xwedî dîrokek kevnare û dê berxwedana gel bi serbikeve." Îsra wiha dawî li gotina xwe anî: "Gelê ku di bin dagirkeriya zilmê de jiyan dikir bi pêk anîna şoreşan re berxwedanên mezin derxist holê. Hêzên desthilatdar û dagirker li hember çirûska berxwedanê tehmûl nakin û ji ber vê li her derî êrîşê berxwedana gel dikin. Şerên li Rojhilata Navîn û bi taybet yê li Rojava û bakûrê Kurdistanê vê yekê nîşan dide. Bi berxwedaniya xwe em ê xwedî li nirxê şehîdan derên."

(rc)