‘Emê bi jiyana komînal serkevin’

09:10

JINHA

ŞIRNEX – Li Cizîrê qedexeya kolanan di roja 3'emîn de berdewam dike. Gelê Cizîrê di bin êrîşan de dest bi berxwedanê kiriye. Welatiyên Cizîrê diyar kirin ku caradinê wan çawa berxwedaye, qurtek ava xwe par ve kiriye, wê disa wis bikin, bi ser bikevin û êdî xwe bi xwe rêve bibin.

Li Cizîrê qedexeya derketina kolanan di roja 3'emîn de berdewam dike. Piştî sewkqiyata leşkerî û mamostayên dewletê jî ji herêmê kişiyan, dewletê dest bi êrîşan kir. Gelê Cizîrê ji van kirinan ne xerîbin. Welatiyên Cizîrê dan zanîn ku wan her tim peyîwira xwe ya welatîbûnê bicîh aniye, lê her tim gûle û weseyîtên zirxî para wan ketine, loma jî ew êdî dixwazin xwe bi xwe rêve bibin. Dengê çekan, bimbe atar, fişekên kobrayan, dengê topan êdî hemû kes vana ji dengê wan nas dike. Zarok hene di taxê de zarokên ku gelek caran zaroktiya xwe ji bîr dikin. Zarokek ku pilanên pêşerojê nakin belkî piştî çend rojan bi fişekekê li kolanê yan jî li mala xwe bên kuştin. Jina bi navê Xetîce jî destnîşan kir ku kurê wê Argaş yê 1 û nivî salî ji dengê çekan ditirse lê wê çareseriyek ji zaroka xwe re dîtiye û got: "Dema dengê çekan tê ez jî deng derdixim, ji bo ku deng tevlî hev bibin zaroka min netirse. Êdî zaroka min wan dengan weke dengê lîstikê dizane."

‘Hûn sebebê têkoşîna me ne’

Dengê çekan di şeva 2'emîn de zêdetir dibin û bêgûman dengê berxwedanê jî bilind dibe. Govend heye li pişt xendekan û dûrişmên ‘Bijî berxwedana Cizîrê’ bilind dibe. Piştî govendê welatî hemû kombûn û ciwanekê dest bi axaftinê kir û wiha got: “Hûn sebebê têkoşîna me ne. Eger hûn hebin emê jî hebin, ger hûn li pişta me bin emê canê xwe ji were feda bikin. Wek cara dinê tiliyên xwe û dirûşmên xwe kêm nekin, emê bi ser bikevin.”

Piştî axaftinê dengê tilîliyan bilindbû. Bi şev di nobetê denin bi roj jî jinên Taxa Nur zend û bendan badidin û li ber nanê sêlê rudinin. Her çiqas êrîş berdewam dike jî, jiyana wan dewam dike û ew mecbûrin pêwistiyên jiyanê pêk bînin. Jinan diyar kirin ku çêkirina nanê sêlê çandek kevnareye û ji bo wan weteyek giran heye, ji ber ku di dema qedexe kirina maha îlonê de jî wan bi nanê sêlê xwe têr kirine. Dayikek nan vedike dayikek hevir dike girik, dayikek jî li ser sêlê nan diqelîne. Van jinên ku çend meh berê qurtek ava xwe parve kirin, niha nanê xwe parve dikin. Jinan dan zanîn ku wan ji qedexeya 9 roj dewam kir tecrûbe girtiye û diyar kirin ku wê bi tecrûbe û biryardarî bi ser bikevin.

‘Emê disa bi jiyana komînal bi ser bikevin’

Dayika bi navê Taybet got ku ew ne tenê nan ji xwe re çê dikin, didin cînarên xwe jî û wiha behsa karê xwe dike: "Dewletê disa qedexe danî ser me, em mecbûrin nanê xwe bi pêjin. Dixwaze jiyanê li me teng bike lê em heya ku karibîn hewil didin jiyana xwe xweş bikin.”

Taybet da zanîn ku ew tu car dev ji mal û axa xwe bernadin û ev tişt anî ziman: "Çi dikin bila bikin, em dev ji doza xwe û axa xwe bernadin.” Taybet got ku ji ber firin tine ne ew ji niha de gelek nan çêdikin û ev nan demek dirêj wan idare bike. Dayika Taybet Li ser pirsa me ya winê heya çend rojan karin berxwe bidin, bersiva heya xwin di canê me de hebe dide. Taybet dibêje ku ew dewa hek û hiquqê dikin û dewa axa xwe dikin.

(ma/zt)