Asya Yuksel: Cizîr ji heft salî heya heftê salî ji berxwedanê re amade ye

09:16

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX – Hevseroka Meclisa Gel a Cizirê Asya Yuksel li ser qedexeya derketina kolanan axivî û diyar kir ku li Cizîrê heft salî heya heftê salî her kes amadeye li berxe bide. Asya da zanîn ku dewlet ji cerdevanan xwestiye tevlî operasyonan bibin û wiha bang li cerdevanan kir: "Dewlet dixwaze disa kurdan bi destê Kurdan bide kuştin. Em bang li cerdevanan dikin bila neyên lîstokên wan.”

Li Cizîrê cara 5’emin qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yuksel di derheqê qedexekirinê de axivî. Asya da zanîn ku ew ji berxwedanê re amade ne. Asya gotinê Serokwezîr Ahmet Davutoglu di cîvîna koma xwe de gotbû bi bîr xist û destnîşan kir ku Ahmet Davutoglu dixwaze kolanan bi xwina gel bişo. Asya bilêv kir ku dema xwîn birije wê ne tenê xwîna gelê Kurd be. Asya bertek nîşanî gotinê Serokwezîr Ahmet Davutoglu da û got ku paqijiya serokwezîr bi xwînê ye lê wê ne tenê xwîna Kurdan birije wê xwîna polîsên wan yên ku bi peran hatine kirîn jî bi rije.

‘Dewlet dixwaze cerdevanan bide pêş’

Asya desnîşan kir ku ne tênê îro xwîna kurdan di rije, ev 40 salin xwîna Kurdan dirêjin û ev tişt anî ziman: "Emê heya karibin nahêlin xwîna ciwanên me bi rijên; lê dema bi rijin jî wê di ber şeref û namûsê be.” Asya da zanîn ku ev du rojin dewlet hewil dide ku bi pêşengtiya cerdevanan têkeve Cizîrê û ev tişt anî ziman: "Dewlet şûna ku polîsên bi pere kiriye bide pêş dixwaze kurdan bide pêş û kurdan bi kurdan bide kuştin. Ez di wê baweriyê de me ku hemû cerdevanên çeka dewletê hilgirtine wê çekên wan bibe li serê dewletê bixe û bêje; 'Ez xwîna birayê xwe na mijim.' Rêya şerêfê jî eve; ez bang li hemû cerdevanan dikim bila bên ser riya heqiyê û bira bi bira nedin kuştin.”

Asya diyar kir ku êdî cerdevan jî di ferqa polîtîkayên dewletê de nin û ev tişt got: "Gelê me yê metrepolan bila hemû rabin ser xwe û dengê xwe tevlî dengê me bikin, emê heya dawiyê têbikoşin. Barê herî mezin dikeve ser gelê meyê metrepolan, divê gelê meyê weletparêz çalakiyên xwe xurt bike û êdî em vî dijmînî ji nav xwe derxin.”

Asya got ku ew ji heft saliya heya heftê saliyan ew ameden xwe bi parêzin û wiha dewam kir: "Bi sed salan em dibêjin aşîtî êdî destê me qerimî em jî naxwazin şer bikin dema şer bikin jî vaye meydan.”

(ma/zt)