Li Cizîr û Surê şer giran bûye gel daketine kolanan
09:59
JINHA
ŞIRNEX/AMED - Taxên Nu û Cudiyên navçeya Cizîra Şirnexê ku qedexeya derketina kolanan lê hatiye îlankirin ji duh êvarî heya niha dibin gulebaranê dene. Ji girên bilind taxan didin ber topbaranê, bi roniya serê sibê re êrîş giran bûn. Gel li hemberî êrîşan di kolanan denin.
Li Taxa Nur a Cizîrê ku qedexeya derketina kolanan lê hatiye îlan kirin ji duh êvarî ve dibin gulebaranê dene, bi roniya rojê re topbaran zêdebû. Ji Girê Mila Mêşê, Girê Heskirinê, Pira Kevin û derdorê ve Taxa Nur top baran dikin. Ji Girê Mila Mêşê û Girê Heskirinê de sekvan taxê gulebaran dikin. Ji derdora taxê ve jî leşker hewil didin têkevin taxê. Bi giranbûna êrîşan re jin jî di nava kolanan de çalakiya deng derxistinê berdewam dikin.
Li Taxa Cudî jî di saet 01.30'an de li kolanan agir hatin vêxistin û welatiyan êrîş protesto kirin. Ji girên bilind de welatiyên li derdora agir hatin gulebaran kirin. Ji şeva din heya niha Taxa Cudî dibin gulebaranê dene. Ji cihên bilind de sekvan welatiyan gulebaran dikin, welatî jî li hember êrîşan di berxwedanê denin.
Sura Amedê ya ku qedexe lê berdewam dike ji serê sibê de bi helikopteran tê bombebaran kirin. Ji navçeyê dengê teqînên mezin tên.
(at-ma/zt)