'Kurd wê bi rihê Arîn û Sakîne axa Kurdistanê azad bikin'
10:00
Rojbîn Kaçan/ JINHA
MÊRDÎN - Jinên Qoserê bertek nîşanî qedexeyên derketinan a li Kurdistanê pêk tê dan û gotin: "Kiryarên îro pêk tên ji salên 90'î girantire. Lê çawan nekarîn têkoşîna gelê kurd di salên 90'î de biçewsînin, wê nekaribin îro jî berxwedana gel bişkînin. Ji ber ku gelê Kurd bi rihê Arîn Mîrxan û Sakîne Cansiz têdikoşe û dê bi vê têkoşînê axa Kurdistanê bê azad kirin."
Polîtîkayê şer yê ku Hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê daye destpêkirin her ku diçe belav dibe. Li herêmên ku qedexe lê tê îlan kirin, av û elektrîk tên qut kirin û jin jî bi tilîliyên xwe li hember dorpêç û êrîşan berdxwedide. Jinên Qoserê dan zanîn ku ew xwedî li berxwedana jinan ên di bin dorpêçê de ne derdikevin û wiha gotin, "Kurd di salên 90'an de serê xwe li hember zilmê netewandin, ma qey îro wê bitewînin?"
'Li Tirkiyê berdêlên dexwaza jiyana azad mirin e'
Zîlan Ozel (19) diyar kir ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê li Kurdistanê konsepata şer xistine jiyanê û anî ziman ku AKP'ê pêkanîna xwe a li hember Kurdan her ku diçe girantir dike. Zîlan got, "Li Kurdistanê her roj kurdek tê qetil kirin. Kurd dixwazin li ser axên xwe bi zimanê xwe azad bijîn. Lê belê Tirkiyê berdêlên dexwaza jiyana azad bi mirinan dide. Ji ber wê Kurdan qetil dikin. Li rojavayê Tirkiyê gel li hember van mirinan bê deng dimîne, ne tenê bêdeng dimîne di heman demê de ji mirina kurdan kêfxweşin. Li hember bê wîjdanê wan, bi mirina Tirkek jî em xemgîn dibin."
'Kurd wê rojek li ser axên Kurdistanê azad bijîn'
Zîlan da zanîn ku gelek heval tî û birçî têkoşîn didin û got ji bo vê divê her kes li hember dorpêç û qedexeyan dengê xwe bilind bike, ji ber têkoşîn ji bo tevahî gelê Kurd tê dayîn. Zîlan destnîşan kir ku kurd bi rihê Arîn Mîrxan û Sakîne Cansiz têkoşîn didin û wiha pêde çû: "Kurd li hember zilma desthilatdariyê tu caran serê xwe netewandine û dê berxwedan neşke. Bê guman dê kurd rojek li ser axên Kurdistanê azad bijîn."
'Wek welatiyek tirk dibêjim divê dewlet guh bide Kurdan'
Ozden Damar (41) diyar kir ku pêkanîna dewletê yê li Kurdistanê ew wek Tirkek şermezar dike û got ev pêk anîn li dijî mafê mirovan e. Ozden got divê dewlet guh bide daxwazê kurdan û wiha got, "Çareserî bi zilm û kuştinan wê pêk neyê ev yek jî tê dîtin. Divê dewlet guh bide gelê Kurdistanê. Gelê Dêrik, Nisêbîn, Cizîrê û Amed çi dixwaze, dive dewlet rûne û bifikire. Bi zilm û kuştinan çareserî pêk nayê."
'Ez jinên ku bi rihê şoreşgerî li berxwedidin pîroz dikim'
Ozden da zanîn ku trajêdiya ku li Cizîr, Dêrik, Nisêbîn, Ferqîn û Surê tê jîn ayba mirovahiyê ye û wiha pêde çû: "Bûyerên ku pêk tên dibe sedema dijminahiya birayan, dixwazin kurd û tirk bikin dijminê hev. Ez bang li rayadarên dewletê dikim, yê girîng li vir gelek renglîbûne û parvekirina jiyanê ye. Ne xirabî kirin û gel kirine dijminê heve." Ozden di dawiya gotina xwe de got, gelê kurd yê ku li hember dorpêçê bi rihê şoreşgerî li berxwedide û bi taybet jinên ku bi govend û tilîliyan dorpêça dijmin dişkînin silav dike.
(rc)