Xendekar li hember dorpêçan çalakiyê deng derxistinê pêk anîn
10:31
JINHA
WAN - Xwendekarên KYK'ê yên li Wanê ji bo Sur, Silopî û Cizîrê çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Polîsan mudaxeleyê çalakiyên ku di hem wext de pêk hatî kir û heya derengiya şevê qadên yurdê terk nekir.
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ên Wanê bi armanca protesto kirina qedexe û komkujiya sivîlan yên li Cizîr, Silopî û Surê pêk tên bikin çalakiyek hem wextî pêk anîn. Jin ji pacê bi berzkirina dirûşme û ciwanên mêr jî bi meşê piştgirî dan. Ciwanan dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Amed", "Gelê Kurdistanê ne bi tenê ye" hat berz kirin û çalakiyên deng derxistinê pêk anîn. Di dema çalakiyê de polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî mudaxeleya çalakvanan kir û derketina jinan ji yurdê qedexe kir.
Wesayîtên zirxî heya derengiya şevê qadên yurdê terk nekirin.
(rc)