Li Kurdistanê berxedan li peyî xendekan berdewam dike

10:42

Sibel Yukler/JINHA

ENQERE - Deronasa civakî û çandî Canan Coşkan diyar kir ku her dem gelê kurd li hember koçberiyê berxwedan nîşan daye û ticarî Tevgera Azadiya Gelê Kurd ji nava taxan derneketiye û got: "Li Kurdistanê berxwedan li piş xendekan berdewam dike."

Tiştên ku niha li Kurdistanê diqewimin xwediyê demboriyek dîrokîne. Beriya Newroza Cizîrê ya sala 1990'an Serokwezîrê demê Suleyman Demirel gotibû: "Dewletê bi her awayî amadekariyên xwe kiriye." Piştî 23 salan Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî got: "Emê hemû bajar û navçeyan ji terorîstan paqij bikin. Bê xwestin emê têkevin hemû tax, kolan û malan." Îro jî dewletê bi her awayî amadekariyên xwe kiriye, mamosta şandine destura bêdem, peyîwira bêdem dane bijîşkan û sewqiyata wesayîtên zirxî dikin.

Koça bi darê zorê

Di encama şideta dewletê de li deverên weke Farqîn, Sur û dawiyê li Cizîr û Silopiya pirsgirêka koçberiyê derket holê. Di derbarê koça bidarê zorê ya ji salên 90'an heya niha ser gelê kurd tê ferzkirin Derunasa civakî û çandê Canan Coşkan nirxandin kir. Canan destnîşan kir ku di dema lêkolînên xwe de ew pir rastî di têgehên koçberiya bizorê û ji warê xwe durketinê hatiye. Canan ev du têgeh wê gelek bandor kiriye û wiha domand: "Di koça bidarê zorê de û ji cihê xwe derxistinê de vîna sivîlan tine hatiye hesibandin. Sivîl neçar mane deverên xwe yên jiyanê biterikînin."

Ji ber berdewamkirina zilmê berxwedana kurdan a pêşerojê diyar bûye

Canan bilêv kir ku cardin zilman salên 90'an a ku aliyê Tirkiyê çav û guhê xwe jêre girtiye tê jiyankirin û wiha domand: "Cardin berpirsên dewletê dest ji pêvajoya muzakereyan berdan, dest bi tehdît û tehlîkeyan kirine. Bi zêdebûna tehdîdê zilmê dikin. Li vêderê êdî berxwedana kurdan a pêşerojê net dibe. Ev netbûna berxwedanê jî ji berdewama zilmê tê."

(dk/zt)