Li Silopiya êrîş giran bûn gel taxên xwe diparêzin

11:03

JINHA

ŞIRNAEX - Li navçeya Sîlopiyê piştî êrîşên ku duh bi şev dest pê kir serê sibehê jî bi sedan leşker daketin taxa Yenîşehîrê, hewl didin bikevin taxê. Ligel êrîşan gel li ber barîqatan li ber xwe didin û taxên xwe diparêzin.

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê êrîşên ku duh şevê dest pê kir heta serê sibehê berdewam kir û serê sibehê bi sedan leşkeran êrîşî taxa Yenîşehîrê kirin û hewl didin bikevin taxê. Leşkerên ku hewl didin bikevin hundirê taxê, derdikvin li ser banên welatiyan û êrîş dikin. Hate hinbûn ku leşkeran deriyên hin malan şikandine û ketine hundir. Ji ber ku trafoyên navçeyê hatiye hedefgirtin ceryan jî hate qutkirin. Dem bi dem bi tankan tax tê topebarankirin. Welatiyên ku piştî qedexe dest pê kir jî li ber barîqatan taxên xwe diparêzin.

Li navçeyê tevgera helîkopteran jî heye.

(zt)