Ji konê mertalên zindî: Em ji riyê gelê xwe dernayên

11:41

JINHA

COLEMERG - Li Geverê jinên ku di kona mertalên zindî de nobeta berxwedanê digrin berdewam dike. Jinên ku cihê xwe di kona berxwedanê de digrin diyar kirin ku heya êrîş li Kurdistanê hebe ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha gotin, "Em dev ji doza zarok, gerîla û gelê xwe bernedin"

Piştî ku Weliyê Colemêrgê di 8'ê Kanûnê de li navçeya Geverê qedexeya derketina kolanan îlan kir, li Taxa Eskî Kişlayê Kona Mertalên Zindî hatibû vedan. Duvre tîmên taybet konê xistin. Li ser vê yekê jinan kona mertalên zindî ji nûde avakirin û diyar kirin ku li hember her cureya êrîşan ew ê kona xwe terk nekin. Ji jinan Esma Çîftçî a ku cihê xwe di berxwedana konê mertalên zindî de digre anî ziman ku ew ê dev ji têkoşîna xwe bernede. Esma destnîşan kir ku ji tevahî kiryarên tên pêk anîn Serokomar Recep Tayyîp Erdogan berpirsyare û wiha got, "Erdogan hem zarokên me dibe leşkeriyê hem jî xaniyên me topbaran dike. Bila Erdogan ji xwedayê xwe bitirse, qaşo çûye haccê lê ji Mislimantiyê tu tişt fêm nekiriye. Bila vê yekê baş bizanibin, heya dilopek xwînê me hebe em ê nobeta xwe yê mertalên zindî bidomînin."

'Diviya Barzanî vê nekiriba'

Esma got ew li hember serokê PDK'ê Mesut Barzanî bi hêrse û wiha domand: "Eger Mesut Barzanî kurdbaya wê li cem gelê xwe baya. Xezûrê min berî 16 salan leşkeriya Barzanî kiriye. 7 Salan îşkenceya Saddam Hûseyîn dît. Li hember fedakariya gelê Kurd diviya Mesut Barzanî vê nekiriba."

'Ên ku heya sibê êrîşê gel dikin terorîstin'

Zozan Yayla jî anî ziman ku ew alîgirê aştiyê ne lê dewlet bersiva wan bi tang û topan dide û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em ê ji bo aştiyê ji vir neçin. Em dev ji doza zarok, gerîla û gelê xwe bernedin. Ez zîhniyeta ku barîqatan dikin hincet û heya sibê bi tang û topan êrîş dikin şermezar dikim. Çi gunehê vî gelî heye. Her dibêjin 'terorîst'. Terorîst kiye ev gel baş dizane. Ên ku heya sibê êrîşê gel dikin terorîstin."

'Zarokên me ên hatine qetil kirin em ê ji bîr nekin'

Di dawiyê de jî jina bi navê Fatma Temel diyar kir ku ew ê li hember polîtîkayên tune kirinê çand û zimanê xwe ji nûve înşa bikin. Fatma wiha pêde çû: "Ev kon kona aştiyê ye. Kona me a despêk hilweşandin. Ji nûde me a duyem avakir. Ew çiqas hilweşînin em ê cardin ji nûde avabikin. Zîhniyeta ku êrîşê navçeya Surê a Amedê dike ez şermezar dikim. Ew li Amedê armanc dikin ku dîroka kurdan jê bibin. Lê em ê yê nû înşa bikin. Bi qedexeya 9 rojan re zarok, jin û pîr kî tê ber wan qetil dikin. Eger zilma Erdogan 10 sal jî bidome em ê bighêjin armanca xwe. Em ê ziman, çand û zarokên me ên hatine qetil kirin ji bîr nekin."

(rc)