Li Nisêbinê şermezarkirina qedexe û êrîşan berdewam dike
11:50
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê "qedexeya derketina kolanan" di roja 3. de didome û li hember qedexe û êrîşan jî berteka esnafê Nisêbînê zêde dibe.
Li ser taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê yên Nisêbîna Mêrdînê di roja 3. de qedexeya derketina kolanan didome û ev bû 3 roj jî êrîşên tîmên taybet ên bê ser û ber bi çavsorî li ser taxan didomin. Li hember van êrîşan jî esnafên Nisêbînê di serî de li navenda Sûkê û hemû taxên din ên ne qedexekirî derabeyên kargehên xwe venekirin û berteka wan a şermezarkirinê di roja 3. de didome. Li hemberî êrîşan li navçeyê ji bilî dermanxane û firinan hemû derabe girtî ne.
Li tevahiya navçeyê liv û tevgera polîsan a bi maşineyên zirxî û Ford Rangeran didome.
(ke/bg/rc)