Li Stenbolê 'Tîma Bêrîtan' Sur silav kir

11:51

JINHA

STENBOL - Li hember êrîşên ser Kurdistanê tên jiyankirin li Olmeydanê Tima Bêrîtan bi parastina cewherî Sur silav kir.

Di nava kolanên nêzî Navenda Tenduristiyê ya Mehmut Şevket Paşa de endamên Însiyatîfa Gel a Okmeydaniyê li hember êrîşên ser Kurdistanê meş kirin. Di meşê de pankarta "Li Kurdistanê ji îşkalê re bese, bijî serhildana Kurdistanê" hat vekirin û diruşmên weke "Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan", "PKK gele, gel li vire" û "Bijî berxwedana Surê" hatin berzkirin. Di dawiya meşê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dest ji berxwedana Kurdistanê nayê berdan. Piştî daxuyaniyê li hember êrîşên polîsan ciwanan parastina cewherî kirin.

Li hember êrîşên polîsan ên bombeyên gazê û guleyên rastî Tima Bêrîtan a YDG-H li hemberî polîsan parastina cewherî kirin. Heya saetên dereng pevçûn berdewam kir.

(zt)