Xwendekarên jin serbest hatin berdan
11:54
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê 9 xwendekarên jin ên li yûrda ku diman qedexe û êrîşên li ser Cizîr û Silopiyê protesto dikirin hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.
Duh êvarê li Şirnexê, xwendekarên jin ên Zanîngeha Şirnexê li yûrda ku diman, di serî de Cizîr û Silopî qedexe û êrîşên li bajarên Kurdistanê bi çalakiya dengderxistinê protesto kiribûn û polîsên ku bi ser yurdê de girtin 9 xwendekarên jin binçav kiribûn. Xwendekarên jin, rastî gef û tacîza devkî ya polîsan hatin û bi wesayîtên zirxî ew birin Miduriyeta Emniyetê ya Şirnexê. Xwendekarên jin piştî îfadeyê serbest hatin berdan.
(rc)