Li Colemêrgê 8 xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin

12:02

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê polisan êrişî ser Zanîngeha Colemêrgê kirin 8 xwendekar bi darbkirinê girtin binçavan.

Dema ku Komeleya Xwendekarên Colemêrgê (CODER) xwestin di derbarê rewşa deverên dibin dorpêç û qedexeya derketina kolanan de li zanîngehê daxuyanî bidin çapemeniyê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Di dema dorpêçê de polîsan xwendekar darbkirin, du jê xwendekarên jin 8 xwendekar bi lêdanê girtin binçavan. Xwendekarên binçav kirin birin Emniyeta Mudiryeta Colemêrgê.

(zyd/zt)