Li Sura dibin dorpêçê de 2 welatî birîndar bûn
12:11
Kanûn
16
/ 2015
JINHA
AMED - Li Sura ku 14 rojin dibin dorpêçê de ne êrîş berdewam dikin. Ji ber parçeyên bombaataran 2 welatî birîndar bûn.
Li navçeya Sura Amedê dibin dorpêçê de êrîşên polîsan 14 rojin berdewam dikin. Ji bo ku leşker bi tangan têkevin hindirê Surê ji ber bombaatarên hêzên tayîbet di avêjin hindirê Surê gelek malan ziyan dîtine. Di êrîşên serê sibê despêkirin de ji ber parçeyên bombaataran 2 welatî birîndar bûn. Ji ber ku nahêlin birîndaran rakin nexweşxanê ji aliyê aliyê gel ve tên tedawî kirin.
(zt)