Wesayîtên leşkeran ên xwestin têkevin Taxa Nur paşde vegeriyan

12:17

JINHA

ŞIRNEX - Di saetên serê sibê de li Cizîrê leşkeran xwestin bi tangan têkevin Taxa Nur, ji ber ku welatiyan kolan ne terikandin wesayîtên xwe paşde vegerandin. Êrîşên ji girên bilind de ser navçeyê hîna berdewam dike.

Li navçeya Cizîra Şirnexê li hember êrîşan gel di nobetê denin. Ji duh êvarî de sekvanên ser girên bilind hatîne bicîh kirin tevahî navçeyê tayîbetî jî Taxa Nur gulebaran dikin. Bi gulebaranê leşkeran xwestin bi tangan têkevin hindirê navçeyê, ji ber berxwedana gel a li nava kolanan berdewam dike paşde vegeriyan. Welatiyan bi gerandina govendê êrîşên wan protesto kirin. Li Taxa Nur êrîş berdewam dike.

(ma/zt)