Ji Vapurê de çalakiya alîkariya Surê
12:26
JINHA
STENBOL- Endamên Partiya Şoreşger ji bo protestokirina êrîşên ser Kurdistanê berdewam dikin vapura ji Kadikoyê diçu Beşiktaşê îşkal kirin.
Endamên Partiya Şoreşger ji bo protestokirina êrîşên ser Kurdistanê berdewam dikin vapura ji Kadikoyê diçu Beşiktaşê îşkal kirin. Çalakvanan pankartên weke "Ji Geziyê heya Surê gelê berxwedêr dê bisekeve" vekirin. Çalakvan dema ji vapurê derketin ber bi Ofisa Serokwezir a Beşiktaşê ve birêketin. Çalakvanan di meşê de diruşmên weke "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" bilind kirin. 8 çalakvanên dimeşiyan di encama êrîşên polîsan de hatin girtin.
Navê çalakvanên hatin binçavkirin wihane; "Muratcan Emir, Zehra Burcu Karaca, Demet Bozdogan, Zeki Mergen, Anıl Tuncer, Ulaş Çugu, Tolga Guney, Berkay Duran."
(zt)