Li Silopiya ser mala parlementer û rojnamegeran de girtin

12:43

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopiyê leşker û tîmên taybet bi ser mala ku parlamanterê HDP'ê, Hevşaredarên Silopiyê û nûçegîhan lê diman de girtin.

Li taxa Yenîşehîr a navçeya Silopî ya Şirnexê, leşker û tîmên taybet bi ser mala ku Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, Hevşaredarên Silopiyê Seyfettîn Aydemîr û Emîne Esmer û nûçegîhanên DÎHA'yê lê diman de girtin. Leşker û tîmên taybet ên deriyan şikandin û bi zorê ketin malê, berê çekên xwe dan ser parlamenter û hevşaredaran û heqaretê li wan kir. Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu derbarê mijarê de li Walitiya Şirnexê û Qeymeqamiya Silopiyê geriya lê xwe negihand rayedaran.

(zt)