Li Cizîrê welatî bi zorê ji malê wan didin koç kirin

13:10

JINHA

ŞIRNEX - Polîs li koalana Elçîn û Yaprak a girêdayî Taxa Cudî yê Cizîrê mal bi mal digere û welatiyan bi zorê ji mal derdixin û didin koç kirin.

Li Cizîrê piştî îlankirina qedexeya derketina kolanan êrîş giran bûye û bi topên hewanê êrîşê taxan dikin. Li kolanên Elçî û Yaprak a Taxa Cudî piştî êrîşa topên hewanê, polîsan bi ser malan de girt. Polîs deriyê malan dişkînin û welatiyên ku di malde ne bi zorê derdixin û dixwazin bi zorê welatiyan ji navçeyê bidin koç kirin.

(rc)