Mala ku Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret lê dima topbaran kirin

14:12

JINHA

ŞIRNEX - Mala Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret hedef girtin û topbaran kirin.

Di êrîşên ser Cizîrê berdewam dikin de êdî malan hedef digirin. Piştî ku li Silopiya ser mala ku parlementer, hevşaredar û rojnameger têdebûne de girtin, niha jî li Cizîrê malên hilbijêran hedef digirin. Li Taxa Nur mala ku Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret lêdima hedef girtin û topbaran kirin. Topek li hindirê mala ku Leyla lê dima dan. Di derbarê rewşa kesên di malê de hebûn de agahî nayê girtin.

(ma/zt)