Xwendekarên lîseyê li hember komkujiyê meşiyan

14:40

JINHA

COLEMERG - Xwendekarên lîseyê ên Geverê li hember qedexeya derketina kolanan û komkujiyên ku li Kurdistanê pêk tê meşek pêk anîn.

Li navçeya Geverê a Colemgêrgê, bi pêşengiya xwendekarên lîseyê hember komkujî û qedexeya derketinê ya li Cizîr, Silopî, Sur û Kerboranê meşek hat li darxistin. Girseya ku li Taxa Cumhuriyetê kombûn heya avahiya HDP'ê ya bajêr meşiyan. Piştî meşê li ber avahiyê ser navê ciwanan Mizîgn Yaşar daxuyanî da. Mizgîn diyar kir ku ew ê li hember komkujiyên ku li Kurdistanê pêk tê bibin bersiv û wiha got, "Em wek ciwanên Kurdistanê komkujiya ku pêk tê napejrînin. Di vê mijarê de berpirsyariyek mezin dikeve ser milê me. Bi vê zanistiyê em ê qadan bin û erkên tên xwestin em ê pêk bînin."

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê û berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana Cizîrê" bi dawî bû.

(rc)