Li Nisêbînê berxwedana Kurdîstaniyan hate silavkirin

16:58

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê bi pêşengiya KJA'ê bi boneya qedexe û êrîşên li ser Nisêbînê û Kurdîstanê şermezar bikin meş hate li darxistin û di meşê de berxwedana gelê Nisêbînê û Kurdîstanê hate silavkirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi pêşengiya aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) bi boneya qedexeyên li ser 4 taxan û êrîşan şermezar bikin meş hate li darxistin û di meşê de berxwedana 4 taxan û Kurdîstanê hate silavkirin. Bi hezaran welatî li ber avahiya rêxistina DBP'ê ya Nisêbînê li hev kombûn û li vir dest bi meşê kirin. Di nav meşê de ku parlementerên HDP'ê Dîrayet Taşdemîr, Gulseren Yildirim, Saadet Beceriklî, Mahmût Celadet Gaydali û Behcet Yildirim, rêveberên HDP'ê û DBP'ê, hevaşaredarên Nisêbînê, Dayikên Aşîtiyê û bi hezaran welatî hebûn bê navber dirûşmên "PKK gel e, gel li vire" , "Bijî berxwedana Nisêbînê" , "Qatîl Erdogan" û "Bijî berwedana Kurdîstanê" berz kirin. Meş heta kolana Onder a ku taxên Zeynel Abidîn û Kişlayê digihîne pêk hat û li vir bi dawî bû. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn.

'Hêviya wan tenê tank mane'

Li ser navê girseyê ewil Parlementer Behcet Yildirim axivî û diyar kir ku ew di hefteya mafê mirovan de li heremek ku mafê mirovan tê binpêkirin de lêkolînan pêk tînin û wiha got: "Li vir berxwedanek mezin heye. Li vir zilm û qetliyam heye. Li vir berxwedanek ku ji aliyê gel ve bê pîrozkirin heye. Li cem vê berxwedanê cih girtin serbilindahiye. Me di salên 90'î de jî wê zilm û qetliyamê dît û em niha jî dibînin. Dibêjin em ne zivirin salên 90'î lê niha qetliyamek ji salên 90'î cîddîtir heye. Di 28'ê sibatê de dema tank di meşiyan yên digotin darbe, lê îro ew bixwe ji van tankan hêvî û bendewariyên xwe xurt kirin e."

Piştî Behcet, Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî axivî û destnîşan kir ku bi destê AKP'ê li ser xaka Kurdîstanê şerek tunekirinê tê meşandin û îşaretî berxwedana gelê kurd ya li tevahiya Kurdîstanê kir û got ku dê berxwedana gel bi ser bikeve.

Piştî daxuyaniyê gel li kûçe û kolanan ji bo parastina xwe dest bi avakirina barîkatan kir. Hate zanîn ku dê li hember êrîşan û ji bo parastinê heta serê sibê dê gel li taxên Zeynel Abidîn û Kişla nobetê bigire.

(ekîp/bg/rc)