Mamoste ji bo zarokan ketin nava liv û tevgerê

17:20

JINHA

TILTEMIR- Rêveber û endamên Peymangeha Şehîd Roza Cûdî a bajarê Dirbesiyê bi hevkariya memostiyên Peymangeha Şehîd Jiyan a bajarê Tiltemir dibistana zarokan a ku rastî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqij kirin û cihên xirab bûne tamîr kirin.

Piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ên hovane li ser bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê, gelek cih hatin rûxandin. Rêveber û endamên Peymangeha Şehîd Roza Cûdî a bajarê Dirbesiyê bi hevkariya memostiyên Peymangeha Şehîd Jiyan a bajarê Tiltemir dibistana zarokan a ku rastî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqij kirin û dest bi tamîr kirina wê kirin. Derbarê xebatê de Rêvebera Peymangeha Şehîd Roza Cûdî Mariya Biro agahî da û wiha got, "Em wek mamosteyên jin bi bûyera ku li Tir Temir pêk hatî xemgîn bûn û em êşa wan parve dikin. Armanca xebatê me ji nûde avakirina jiyanê ye. Da ku zarok bikaribin ji perwerdehiya xwe berdewam bikin. Bi vî aweyî em dikarin xwedî li nirxê şehîdan derbikevin." Mariya di dawiyê de ji bo malbatê şehîdan sersaxî û birîndaran re jî şîfayê lezgîn xwast."

(sş-ja/rc)