Amed ji bo Surê li ser piyane
19:55
JINHA
AMED - Li ser hemû cade û kolanên Amedê gel ji bo Surê li ser piyane. Di nava Surê de jî êrîşên giran despêkirine.
Dibin dorpêçê de 15 rojin êrîş ser Surê berdewam dikin. Li gelek deverên weke Cadeya Emek, Rezan, Koşuyolu û Peyas ê pevçûn berdewam dikin. Li Koşuyoluyê polîsan mudaxeleyî çalakiyê kirin pevçûnan despêkiriye. Li ser Cadeya Emekê jî ciwanan agir vêxistiye û polîsan mudaxeleyî çalakiyê kirin. Li gelek deverên Amedê pevçûn berdewam dikin û dengê diruşmên "Bijî berxwedana Surê" bilind dibin.
Di nava Surê de jî teqînên mezin çêdibin. Bi topan û bombaataran tîmên tayîbet û leşker êrîşî Surê dikin. Li Surê şer giran bûye.
(zt)