Li Stenbolê polîsan êrîşî ciwanên qirkirinan protesto dikin

20:21

JINHA

STENBOL - Li Stenbolê dema ku Endamên Meclisa Ciwanên HDP'ê ya Stenbolê êrîşên ser Bakurê Kurdistanê protesto kirin rastî êrîşa polîsan hatin.

Li Stenbolê dema ku Endamên Meclisa Ciwanên HDP'ê ya Stenbolê êrîşên ser Bakurê Kurdistanê protesto kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Dema ku ciwan li Meydana Galatasarayê hatin bahev polîsan ew girtin dorpêçê. Ciwanan pankarta "Dema ku li Kurdistanê şer hebe li Stenbolê aştî nabe" vekirin. Dema ku ciwanan diruşmên weke "Gelê Kurdistanê ne bi tenê ye" bilind kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Di dema êrîşê de ciwan belavî nava kolanan bûn, binçavkirin hene yan na nayê zanîn.

(zt)