Besê Erzincan: Dê bi berxwedana rêveberiyên cewherî dawî li tecrîdê bê

09:01

Roza Amed/JINHA

BEHDİNAN - Endama Konseya Rêveberiya KJK'ê Besê Erzincan balkişand ser tecrîda ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan berdewam dike û diyar kir ku dê bi berxwedana rêveberiyên cewherî tecrîd bê valaderxistin û got: "Heya ku Rêberê me azad bibe, ramanên xwe bi raya giştî re par bike û civaka me azad bibe dê tekoşîna me bê bilind kirin."

Endama Konseya Rêveberiya KJK'ê Besê Erzincan di derbarê tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike de nirxandin kir. Besê da zanîn ku ji despêka sala 2015'an ve hêzên tirkiyê ser gelê kurd û PKK'ê şerek topyekun daye despêkirin û wiha domand: "Salek bû tecrîda ser Rêbertiya me berdewam dike. Evqas demdirêj ser Rêberê gelekê berdewam kirina tecrîdê ji bo me nayê têgihiştin. Me her demê gotiye tecrîda ser Rêbertiya me di heman demê de tecrîda ser gelê me ye."

'Rêbertî kesayetek dîrokî ku nûneriya gelê kurd dike'

Besê destnîşan kir ku kêmkirina azadiya Abdullah Ocalan di heman demê de kêmkirina azadiya gelê kurde û wiha domand: "Ji ber ku li gorî me tenê Rêbertî ne tenê keseke, ew kesayetek dîrokî ku nûnertiya gelê kurd dike ye. Ji ber wê jî her nêzîkatiya li Rêbertiya me ji bo me gelek giring û jiyaniye. Ji ber ku ev tekoşîna bi tekoşîna Rêber Apo despêkiriye. Sekin û helwesta wî her dem berxwedan nîşan daye. Di her gavek tekoşîna me de helwesta Rêbertiya me dixweyê."

'Dixwezin di kesayeta Rêbertiya me de dengê gelê kurd qut bikin'

Besê bilêv kir ku nêzîkatiyên dewleta tirk li Rêbertiya me bi zanebûnin û wiha berdewam kir: "Dixwazin di kesayeta Rêbertiya me de dengê gelê kurd qut bikin. Her diçe di aliyê çepên tirkan de li derdora paradigmaya azadiyê kombûn çêdibe. Her diçe hevgirtina azadiya kurdan zêde dibe. Her diçe bi pêşengiya jinên kurd azadiya jinan pêşdikeve."

'Teqez dê tecrîd encamê negire'

Besê anî ziman ku berxwedana kurdan ser bingeha îdeolojî û paradigmaya Abdullah Ocalan pêşdikeve û wiha dom kir: "Li Bakurê Kurdistanê berxwedana rêveberiyên cewherî li navçeya Sura Amedê, Cizîr û Nisêbînê bi awayek zelal tê dîtin. Şoreşa rojava jî bi heman şêweyî tê dîtin. Em êdî di demek a fikir û ramanên Rêber Apo ketî meriyetê de dijîn. Paradigmaya Rêbertiya me êdî bûye malê gel. Ji ber vê ye dê tecrîda ser Rêbertiya me vala bê derxistin. Teqez dê tecrîda ser Rêbertiya me negihe encamê. Ji ber ku gelê kurd ji bo azadiya xwe û Rêbertiya xwe di tekoşînê denin."

'Emê tekoşînê bilind bikin'

Besê da zanîn ku divê jinên kurd ji bo azadiya Abdullah Ocalan di nava tekoşînê debin û wiha pêde çu: "Helwesta me diyare. Heya azadiya Rêbertiya me û gelê me dê tekoşîna me berdewam bike. Hinek nêrînên ne rast ên weke bi Rêbertiya me re hevdîtinê dikin derdixin pêş, lê ev ne rastin, ev hemû sepandina polîtîkaya şere. Ji bo pêşî li berxwedanê girtinê van polîtîkayan pêşdixin. Rêbertiya me dibin tecrîdek giran dene. Bi ti awayî hevdîtin pêre nayê kirin. Ji sala 2011'an heya niha bi malbatê re hevdîtinan nake. Tenê ev dikare bibe sedema bilindkirina tekoşîna me. Divê weke hîmê bingehîn ê tekoşîna me her dem di rojeva me de be. Heya ku Rêberê me azad bibe, ramanên xwe bi raya giştî re par bike û civaka me azad bibe dê tekoşîna me bê bilind kirin."

(zt)