Banga rêxistinbûnê li jinên Erziromê hat kirin

09:02

Hulya Okalîn/JINHA

ERZIROM- Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Erziromê Mîzgin Sayan Aksoy rewşa jinên Erziromê nirxand û got ku jinên Erziromê di nav civakê de, her tim bi sînor in û mafên wan tên bin pê kirin.

Li her welatî û netewek de jin di nav civakê de tune tên dîtin û rastî binpêkirina mafê jiyanê tên. Jinên Erziromê jî bi feraseta pergalê û dibin serdestiya hişmendiya mêr de tê fetisandin. Hevseroka DBP'ê ya Erziromê Mîzgîn Sayar Aksoy a ku bi salen e ji bo azadiya jinê di nav liv û tevgerê de ye rewşa jinên Erziromê ji ajansa JINHA'ê ye re nirxand û anî ziman ku jin li her der ê cîhanê rastî tacîz, tecawiz, qetilkirinê û tundiyê tên, jinên Erziromê jî wek hemû hemzayendên xwe di nav civakê de bi sînor in û tên fetîsandin.

'Navê jinê tune'

Mîzgîn çavderiyên xwe yên li ser jinên Erziromê parvekir û bilev kir ku hêj jinên Erziromê ji ber hişmendiyê mêr nikare derkeve derve û azad bigere. Mîzgin diyar kir ku di sedsala 21'an de derketina derve û tevlîbûna civaka mêr ji jinê re wek şerm û guneh tê dîtin û di nava civakê de navê jinê tune ye."

'Ji bo jinê heya niha tu xebet nehatiyê kirin'

Mîzgin derbîrî ku heya niha ne dewlet ne jî şaredarî ji bo jinê xebatek bingehîn ne dayê dest pê kirin got ku li Erziromê ji bo jinan tu qadên kar û xebatê nehatiyê ava kirin û wiha pê de çû: "Ez bi salan e ku li tax û kolanên Erziromê ji bo azadiya jinê di nav liv û tevgerê de me. Min gelek zehmetî kişand. Ne tenê ji aliyê mêr de di aliyê jin de jî gelek zor û zehmetî kişand. Ji ber ku wiha anî serê jinê ku jin bi xwe bûye xwediyê hişmendiya mêr û wek hişmendiya mêr nêzî hemzayendên xwe dibin. Jin bixwe xwe di nav mal de girê dide. Mixabin ku li vir navê jinê tune û jin nayên nasîn. Ev jî rê li têkoşîna azadiyê digire."

'Li Erziromê hişmendiya mêr serdest e'

Mîzgin di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di nav civaka Erziromê de hişmendiya mêr serdest e û jin nikare xwe ji vê hişmendiyê rizgar bike û wiha domand: "Jin hêza xwe ji hev digire, dema ku du jin hatin cem hev û hêz ji hev bigirin dikarin her tiştî bikin. Li vir ji bo jin bighêje hev û bi hev bişewirin tu sazî û cihê tune. Dewlet û şaredarî heya niha ji bo jinên Erziromê tu xebatek bingehîn nedayê vekirin û destê xwe nedaye jinê. Ji ber ku dewlet naxweze jin hişyar bin. Hişmendiya mêr û ya dewletê yek e. Dewlet mêr e mêr jî dewlet e. Her du jî ji ber ji hêza jinê ditirsin jinê di nav mal de difetisînin û destûr nadin ku jin xwe bibînin."

'Dê hêza jin pergal biguhere'

Mîzgin bang li hemû jinan kir û got ku divê di serî de jin destên xwe bidin hev û ji bo mafên xwe mil bidin hev û axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: "Jin xwedî hêzek mezin e, eger ku jin bibe hêz û xwe di nav civakê de bibîne di kare vê pergalê biguhere. Ji ber vê yekê em hemû hêza xwe didin ser jinê û em dixwizin êdî hêzê xwe bibîne."

(mb-ho/rc)