Ezgi Koman: Karmend mêtîngeriyê li keda zarokên penaber dikin

09:03

Habibe Eren/JINHA

ENQERE - Ji Rojeva Komeleya Zarokan Ezgi Koman diyar kir ku nêzî 4 hezar zarokên Suriye ji derveyî fermiyetê di şertên gelek giran de dixebitin û got: "Li Tirkiyê dewlet pêşî li karkeriya zarokan nagire, şêniyek nû ya mêtîngeriyê derdixe piyasê."

Penaberên ji ber rewşa şer ji welatê xwe koçî Tirkiyê dikin, li vêderê jî rastî bê hijmar bêmafiyan tên. Ji penaberên derbazî Tirkiyê dibin piranî zarokin, ji ber rewşa malbatan di aliyê aborî de nebaşin ji bo wê jî zarok kar dikin. Lê di dema karkirinê de zarok rastî mêtîngeriya kedê tên. Di derbarê mêtîngeriya keda zarokan de ji Rojeva Komeleya Zarokan Ezgi Koman di derbarê mijarê de nirxandin kir.

'Li Tirkiyê polîtîkayek ser bingehê gelan nîne'

Ezgi destnîşan kir ku Tirkiye sînorê xwe vekir ji penaberan re, lê paşê ji bo jiyana wan polîtîkayek nedaye meşandin. Ezgi bilêv kir ku bi hatina penaberan a aliyê Tirkiyê re binpêkirinên mafan ên nû despêkirine. Ezgi anî ziman ku niha ji du milyonan zêdetir penaber li Tirkiyê dijîn û ji wan jî bi qasî milyonekê zarokin.

'Zarokên penaber ji aliyê karmendan ve rastî mêtîngeriya kedê tên'

Ezgi wiha berdewam kir: "Ji xwe zarok ji rewşa nebaş a şer bandor bûne hatine vêderê. Li vêderê jî nebûna mafê perwerdê heya mêtîngeriya kedê zarok rastî gelek bêmafiyan tên. Gelek zarok ji ber rewşa malbatê neçarin bixebitin. Dema dixebitin jî ji aliyê karmendan ve rastî mêtîngeriya kedê tên. Zarok bi dahatek gelek kêm di şertên gelek zor de dixebitin."

(zt)