Li atolyên Erdîşê 'jiyana komînal'

09:04

JINHA

WAN - Li Erdîşê di binesaziyê şaredariyê de atolyên ku hatine vekirin xebatê xwe didomînin. Midûra Polîtîkayên Jin a Şaredariya Erdîşê Ayşe Çiftçî got, "Em dixwazin baweriya jin ya li hember xwe pêşbixin. Vîna jin a ku hatiye şikandin, cardin bi hêza jin em dixwazin derxin holê. Berî kedê divê jin vîn û hebûna xwe bibîne."

Midûra Polîtîkayên Jin a Şaredariya Erdîşa Wanê qadên xebatê ji bo jinan avadike. Bi armanca keda jin bê dîtin li gelek taxan atolya hatine vekirin û xebat tê meşandin. Midûra Polîtîkayên Jin a Şaredariya Erdîşê Ayşe Çîftçî diyar kir ku, ew ji bo berhemên dîrokî ên ku ber bi tunbûnê rûbirû mane xebatê atolya ên nû pêk tînin û lezgînî dane xebatê xwe. Ayşe da zanîn ku ew giranî didin atolya bebeka potîn ku ew jî yek ji berhemên dîrokîne, 20 jin di vê atolyê de dixebitin û got ku, di berhema bebeka potîn de potansyelek mezin bi dest xistine. Ayşe wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji bo berhemên atolya yê em xebatê avakirina bazarê dikin. Atolya me a din jî li TOKÎ'ê Jorîne. Li wê atolyê jî hunerê destan, nexş û nîgarê destan tê kirin, her wiha li vê atolyê jî 25 jin dixebitin."

'Divê jin hebûna xwe bibîne'

Ayşe bilêvkir ku xebatên atolya jiyana komînal û hêza jin pêşdixe û got ku armanca wan ew e ku atolyên hatine vekirin veguherînin kooperatîfan. Ayşe destnîşan kir ku armanca wan jin tevlî jiyana civakî kirine û wiha pêde çû: "Em dixwazin êdî jin li bazar, kolan û li hemû qadên jiyanê bibînin. Em dixwazin baweriya jin ya li hember xwe pêşbixin. Vîna jin a ku hatiye şikandin, cardin bi hêza jin em dixwazin derxin holê. Berî kedê divê jin vîn û hebûna xwe bibîne. Di herdu atolyên mede mijarê ku balê mirov dikêşe, avabûna jiyana komînale. Jiyan êdî li hev parvedikin û alîkarî didin hev. Ji xwe ev parvekirin di xwezayê jin de heye, lê tê çewsandin. Ji bo jiyana hevpar tu xebat me neda meşandin, jin dema hatin ba hev bi awayek xwezayî pêşket."

'Li vir em derdê xwe parve dikin'

Ji jinan Nurhan Koken a ku beşdar perwerdeya atolya bû û niha dixebite, diyar kir ku xebatê atolya ne tenê qezencek di warê aborî de ye, di heman demê de dibe wesîleya ji pirsgirêkên jiyanî dur seknandinê jî. Nurhan got, "Berî ez dest bi xebatê bikim gelek pirsgirêkên min hebûn. Di warê derûnî de jî rewşê min ne başbû. Hatina min a vir gelek başbû. Berî niha min neqşên hunerî li mal pêk tanî, lê ji ber zehmetiyan min nekarî berdewam kiriba. Li vir tevî jinan dixebitim û derdê xwe parvedikim, em dibin alîkarî ji hev re. Xebatên me jî bi encam rêve diçe."

'Eger jin bixwaze dikare her tiştî bike'

Bediya Hezer jî anî ziman ku divê jin xwe li mal negrin û ji xwe re dem veqetînin û wiha got, "Eger jin ji mal derkevin dê piştgiriya wan ji hev re jî zêde be. Ez dixwazim tevahî jin têkoşîn bidin Eger jin bixwaze dikare her tiştî bike. Tenê bila dexwazê gav avêtinê hebe, duvre dê têkoşîn pêşbikeve."

'Her dem ked tê dagirkirin'

Yasemîn Kesercî jî bal kişand ser dagirkeriya li ser kedê û got ku, ew berî vê li gelek cihan xebitiye lê kedê wê buye qurbana kapîtalizmê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Hunerê destan çêkirin xeyalê min bû, lê niha pisporê vî karî me. Ji vê pere qezenç dikim. Hîna hevalên me ên jin di nava malan de mane, êdî divê ew jî bawerî bi xwe bînin û beşdarî xebatan bibin."

(rc)