'Ji boTirkiyê modela herî watedar modela xwerêveberinê ye'

09:43

Bêrîtan Elyakut-Têkoşîn Tekîn/JINHA

AMED - Rexnegir Ayşegûl Tozeren berxwedana gelê Kurd yê xwerêveberin û bi çi şêwayî bandor li rojavayê Tirkiyê dike nirxand û wiha got, "Eger dewlet îlankirina xwerêveberinê bi binçavkirin, çewsandin û qetil kirina sivîlan tevbigere dê encam xendekbin. Xwezî dema ku şaredarî xwerêveberin îlan kir me gotûbêja vê kiriba. Modela ku gelê kurd dixwaze pêk bîne, ji bo Tirkiyê jî xwerêveberin modela herî watedar û jiyani ye."Ayşe destnîşan kir ku fikrên ku dema wan hatibe tu hêz wê nekaribe asteng bike.

Hikûmeta AKP'ê li hember vîna xwerêveberinê ya gelê Kurd oparesyonê qirkirinê daye destpêkirin. Çapameniya sereke bi beruvajkirina rojevê re hewl didin xwerêveberin tenê li ser xendekan nîşan bidin ku ev yek jî êrîşê hikûmeta AKP'ê rewa dike. Derbarê mijarê de Rexnegir Ayşegûl Tozeren li ser îlankirina xwerêveberin a ji Cizîrê destpêkiriye û her ku diçe berxwedan belav dibe nirxand.

'Êrîş berî xendekan despêkir'

Ayşegûl destnîşan kir ku li rojavayê Tirkiyê jî rojevê herî sereke xwerêveberine û wiha got, "Xwerêveberin û parastina cewherî li herêma Kurdistanê despêkir, ji ber vê divê gotûbêja vê mijarê jî li Kurdistanê bidome. Li vir kedek tê dayîn û ji bo vê kedê berdêlên giran tên tê dayîn. Em li rojavayê tirkiyê vî bedelî nadin." Ayşegûl da zanîn ku êrîşên li heber gelê Kurd berî xendekan despêkiriye û bi xendekan re êrîş girantir bûye. Ayşegûl bilêvkir ku mafê gelê Kurd yê rewa xwerêveberine ew jî li rojavayê tirkiyê şaş tê pênase kirin û wiha domand: "Divê komkujî û bûyer di cihê wêde bên şopandin û ez alîgirê vê me. Li rojavayê tirkiyê em xwerêveberin gotûbêj dikin lê têra nake. Eger hêzê Tirkiyê yê şoreşgerî hebe ew jî hêza kurd û jinan e. Divê ji van hêzan re ne aqil, piştigirî bê dayîn."

'Dema ev gel tê rexnekirin divê li dîroka derbasbûyî bê nêrîn'

Ayşegûl diyar kir ku divê encamê çûyîna ciwanan yê ser çiyê û vekirina xendekan baş were fêmkirin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Me got bila ciwan neçin çiyê 'dewlet çi dixwaze wê demê'. Niha dibêjin çima xendek tên vekirin. Ev yek encamek nîşan dide, çima mirov xendek vedikin. Dema ku gelê Kurd parastina xwe yê cewherî îlan kir, me dîroka derbasbûyî lêpirsîn nekir ka çi bûye. Gelê Kurd ji dîrokê heya niha rastî êrîşên giran û polîtîkayên bişavtinê hatiye. Xalê ku gelê kurd gihêştiye, ji bo parastina hebûna xwe bike parastina cewherî xist meriyetê. Dema ev gel tê rexnekirin divê li dîroka derbasbûyî bê nêrîn."

'Xwerêveberin ji bo Tirkiyê jiyani ye'

Ayşegûl da zanîn ku gelê Kurd li hember êrîşên ser çand, tendûristî û aborî bi parastina cewherî dixwaze hebûna xwe biparêze û wiha pêde çû: "Eger dewlet îlankirina xwerêveberinê bi binçavkirin, çewsandin û qetil kirina sivîlan tevbigere dê encam xendekbin. Xwezî dema ku şaredarî xwerêveberin îlan kir me gotûbêja vê kiriba. Çima xwerêveberin pêwîste, divê bi awayek xort hatiba gotûbêj kirin. Modela ku gelê kurd dixwaze pêk bîne, ji bo Tirkiyê jî xwerêveberin modela herî watedar û jiyani ye."

'Fikrên ku dema wan hatibe tu hêz wê nekaribe asteng bike'

Ayşegûl destnîşan kir ciwanên di xendekan de jiyana xwe ji dest didin ji bo jiyanê ye û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ewqas qedexe helwestek dijî mirovahiyê ye û ev rewş nayê qebûl kirin. Jiyana xwezayî di bin dengê balafirê şer û helîkopteran de nayê jiyan kirin. Ez di meha Gulanê de hatim Amedê. Pêşengeha pirtûkan hebû û gelek bi coş derbas bibû. Ez difikirim di 5 heyvan de çi hat guhertin. Berî 5 heyvan me wêje gotûbêj dikir, niha jî her roj li goristanan em hev dibînin. Ji bo xwerêveberinê ez vê yekê dibêjim, fikrên ku dema wan hatibe tu hêz wê nekaribe asteng bike."

(rc)