Li Nisêbînê darabe îro jî girtîbûn

09:44

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser 4 taxan darabe nehatin vekirin. Li navçeyê tevahiya şevê dengê çek û teqînan kêm nebû.

Êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca tevkujiya fîzîkî li Nisêbîna Mêredînê didomin. Tevahiya şevê êrîşên li ser taxên Abdulkadîrpaşa, Yenî Şehîr, Firat û Dîcleyê berdewam kir. Tevahiya şevê dengê teqîn û çekan ji taxan kêm nebû. Li ber destê sibê jî êrîş zêdetir bû.

Darabe nehatin vekirin

Di seatên sibê de jî esnafên Nisêbînê bi armanca şermezarkirina êrîşan di roja 4'an de jî darabeyên xwe venekirin. Li navçeyê ji bilî rewşên acîl, wesayît jî nayên xebitandin.

Li taxan êrîşên dewletê û berxwedana gel berdewam dike.

(ekîb/rc)