Li Nisêbînê teqînek mezin pêk hat

09:48

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê ku tevahiya şevê êrîşên dewletê berdewam kirin, di seatên sibê de li taxên di bin êrîşan de teqînek mezin pêk hat.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê êrîşên li ser taxên Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Dîcle û Firatê berdewam dikin. Di seatên sibê de li taxên bin dorpêçê de tengê teqînek mezin hat. Dengê teqînê li tevahiya navçeyê hate bihîstin. Têkildarî encamên teqînê agahî nehatin bi destxistin.

Li navçeyê êrîşên dewletê yên bi armanca tevkujiya fîzîkî û berxwedana gel a li hemberî êrîşan berdewam dike.

(ekîb/rc)