Li Şirnex û Nisêbînê jiyan rawesta

10:53

JINHA

ŞIRNEX/MÊRDÎN - Li hember êrîşên ser Kurdistanê dibin qedexeya derketina kolanan de berdewam dike li Şirnex û Nisêbînê jiyan hat rawestandin. Esnafan îro jî derê dikanîn xwe venekirin.

Li Şirnexa ku di du navçeyên wê de qedexeya derketina kolanan berdewam dike jiyan hat rawestandin. Li hemû gund, navçe û navenda Şirnexa ku kepenek nehatine vekirin li hember êrîşan berxwedan bilind dibe. Însyatîfa Gelê Botanê daxuyanî da û got: "Di serî de Cizîr, Nisêbîn, Silopî û Sur hemû qadên rêveberiya cewherî li hember faşîzma AKP û Erdogan di berxwedanê denin. Ji bo wê jî emê li berxwedana destaniya rêveberiyên cewherî xwedî derkevin û emê bi rakirina alaya berxwedanê hemû hêzên xwediyê polîtîkayên qirkirinê protesto bikin."

Li Nisêbînê jî kepenek nehatin vekirin

Êrîşên dewleta tirk ên bi armanca qatlîama fîzîkî li Nisêbîna Mêredînê didomin. Tevahiya şevê êrîşên li ser taxên Abdulkadîrpaşa, Yenî Şehîr, Firat û Dîcleyê berdewam kir. Di seatên sibê de îro jî esnafên Nisêbînê bi armanca şermezarkirina êrîşan di roja 4'an de jî darabeyên xwe venekirin. Li navçeyê jibilî rewşên acîl, wesayît jî nayên xebitandin. Tevahiya şevê dengê teqîn û çekan ji taxan kêm nebû.

(ma/zt)