Li Silopiya kalê 70 salî Huseyîn Gulzel jiyana xwe jidest da

11:04

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopiyê kalê 70 salî yê bi navê Huseyîn Guzel ji ber ku topa ku hêzên dewletê avêtin û li mala wî ket krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê topebaran, êrîş û terora dewletê ya li dijî gel berdewam dike. Li navçeya ku êrîş bênavber didomin de agahiyekî nû ya mirinê hat. Di êrîşên tîmên taybet û polîsan de top li mala kalê 70 salê yê bi navê Huseyîn Guzel ket. Huseyîn ê tu top li mala wî ket, tirsiya û krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Ji ber êrîşan nahêlin kesek biçe cem cenazeyê Huseyîn. Tank û wesayetên li taxa Başakê li herêma dibistanên 23 Nîsanê, Sevgî û Gazî Paşayê bi cih bûne û taxên Yenîşehîrê û Başakê bi tundî topebaran dike. 3 malên li taxa Başakê guleyan topê lêketin û agir pêket û ev malan hew karin bê bikar anîn. Welatiyan ji bo agir bê vemirandin bang li îtfaiyên kirin lê ji ber ku êrîş û topebaran zêde ye îtfaiye jî bê cihê şewatê.

(kom/zt)