Xwendekarên Nisêbînê 'kesên gumanbar' in
11:18
Zehra Dogan/JINHA
MÊRDÎN - Mamosteyê lîseyê dan zanîn ku li Nisêbînê bin navê 'kesên gumanbar' xwendekar tên binçavkirin û wiha gotin, "Rojek min dît xwendekarek min di refêde bi bêdengî digirî, dema ber wî ve çûm min kirasê wî di nava xwînê de dît. Ji ber ku nikare biçe nexweşxanê dayîka wî bi derziyê dirûnê birîna zikê wî dirûtibû. Ji min re got 'mamoste ji kesî re nebêjin'. Min jî bi awayek veşartî pansûmanê wî kir. Bi mehane dewlet eletrîk û avê dibire, bi hinceta zarok qirêj û birîndarin xwendekaran wek 'kesên gumanbar' dibîne û digre binçavan. Her roj xwendekarek kêm dibe, di refê de zarok neman ku wane bibînin."
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina kolanan a 6. di roja 4'an de didome. Li navçeya ku berxwedana gel bilind dibe êrîş her ku diçe zêdetir dibe. Tundiya herî giran li ser xwendekaran pêk tê. Mamosteyek ji ber rewşa ewlehiyê nexwest navê xwe bide diyar kir ku, li taxên qedexe lê nîne jî perwerde ji ber rewşa şer nayên dîtin. Mamoste da zanîn ku polîs rojene bi ser dibistanan de digre û xwendekaran bi hinceta 'kesên gumanbar' digre binçavan û wiha got, "Xwendekar ji ber vê êdî nayên dibistanê. Ji ber şer profîla ciwanên serhildêr derket holê."
'Êdî mirin hatî hînbûn'
Mamoste anî ziman ku gelek xwendekarê wî li taxên ku qedexe û şer lê heyî de dijîn û wiha qala bûyerê ku xwendekar jiyan kirine kir, "Li dibistanan ders tê dayîn, lê ji ber qedexeyan gelek xwendekar nikarin bên dibistanê. Dema ku qedexe radibin jî xwendekar li şûna dersan dibînin. Zarokên ku li Nisêbînê hatine qetil kirin xwendekarê minbûn. Hîna di refê de hewayê şînê lê heye. Zarok li şûna hevalên xwe ên hatine qetil kirin gulan datînin her roj. Profîla serhildêrî di zarokan de pêşketiye. Hinek ji wan jî êdî hînê mirinan bûne. Bi hêjmaran li mirinan dinêrin, gorî min ev yek bi tehlûke ye.
'Xwendekarê min birînên xwe vedişêrin'
Dema ku qedexe radibe, binçavkirin zêde dibin. Dema ku em xwendekarên Taxa Firatê dibînin derûniya me xirab dibe. Gelek xwendekarê me birîndarin lê ji tirsan nabêjin. Ne sûcê wane lê cardin vedişêrin. Rojek min dît xwendekarek min di refêde bi bêdengî digirî, dema ber wî ve çûm min kirasê wî di nava xwînê de dît. Ji ber ku nikare biçe nexweşxanê dayîka wî bi derziyê dirûnê birîna zikê wî dirûtibû. Ji min re got 'mamoste ji kesî re nebêjin'. Min jî bi awayek veşartî pansûmanê wî kir. Polîs kirasê xwendekaran bilind dike û birînan digere eger birîndar û qirêj be digre binçavan. Bi mehane dewlet eletrîk û avê dibire, bi hinceta zarok qirêj û birîndarin xwendekaran wek 'kesên gumanbar' dibîne û digre binçavan. Her roj xwendekarek kêm dibe, di refê de zarok neman ku wane bibînin."
Zarokên Fehîme Akti, Selamet û Mehmet Emîn xwendekarên mene, lê niha nayên dibistanê. Xizmê gelek xwendekarên min jiyana pişt xendekan tercîh dikin. Ev tê wataya ku mejiyê herkes li pişt xendekane. Xwendekar her roj di dersan de xewve diçin, ji ber li taxê nobetê digrin.
'Sekna bi rûmet û serhildêr yê xwendekarên min ders da min'
Ji bo ku ez vê rewşê ji nêzde bişopînim tevî hevalek xwe ez çûm mala xwendekarek xwe yê li Taxa Firatê. Çend roj em bê xew her hişyar bûn. Bi hezaran top tên avêtin û bi çekên giran êrîşê xaniyan dikirin. Şevek tang hewşa mala ku em lê bûn hilweşand. Wê demê min hestê xwendekarên xwe baştir fêm kir. Niha ez şerim dikim li sekna wan a bi rûmet û serhildêr binêrim. Bi sekna xwe ders dan min, ez çawan ders bidim van zarokan?"
(rc)