'Li Rojava Esed li me zilm kir û îro jî Erdogan li me dike'

12:06

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê li ser kolana Sakarya piştî ku duh êvarê polîsan û tîmên taybet êrîşî çalakiya şermezarkirina qedexeyan kir, di encama gulebarankirina tîmên taybet de welatiyê bi navê Huseyîn Ahmed ê ji Qamişloya Rojava jiyana xwe ji dest dabû. Li cihê Huseyîn hate birîndarkirin çavsorî û bê ser û beriya êrîşên polîsan derket ber çavan. Li cihê bûyerê bi dehan şopa guleyan heye û xwîna ji laşê Huseyîn rijayaye jî li erdê ye. Her wiha dîmenên dema tîmên taybet ji maşîneya zirxî ya kobra kolanê gulebaran dike, gihîştin ber destê me. Li aliyê din bavê Huseyin, Mihemed Hesen destnîşan kir ku kurê wî ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin û got ku Li Rojava Esed li wan zilm dikir û îro jî li Nisêbînê Erdogan li ser wan zilm dike.

Li navçeya Nisêbînê ya Merdînê li ser taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa êrîşên tunekirinê pêk tên û li aliyekî din jî ne li taxên qedexekirî jî dewlet di nav êrîşên tevkujiya fizîkî de ye. Piştî ku duh li di saetên êvarê de li navçeya Nisêbînê li ser kolana Sakarya ya ku taxa Yenîturan û Selahatîn Eyûbî digîhînê hev, komek zarok derketin ser kolanê agir pêxistin û qedexe û êrîşên li ser taxan şermezarkirin, rastî gulebarankirina tîmên taybet û polîsan hatin. Di encama gulebarankirina polîsên tîmên taybet a ji maşîneya zirxî ya bi navê kobra pêkhat, dema welatiyê bi navê Huseyîn Ehmed (22) yê ji Qamişloya Rojava ji kar diçû malê bû hedefa êrîşa polîsan. Huseyîn ji zikê xwe û cihên cûda yên laşê xwe birîndar bû. Di heman demê de zarokê bi navê Îbrahîm Bulca (12) jî bû hedefa êrîşên polîsan û ji lingê xwe birîndar bibû.
Huseyîn û Îbrahîm ji aliyê welatiyan ve bi wesayîtek sivîl rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û hildan bin dermankirinê. Li nexweşxaneyê ligel hemû hewldanên bijîşkan Huseyîn nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dabû.

Li cihê bûyerê dîmenên hovîtiyê

Li cihê bûyerê hovîtiya êrîşên tîmên taybet û polîsan bi saetên serê sibê re derket holê. Li cihê bûyerê jî xuya ye ku gelek gulebarandin pêk hatiye. Di encama gulebarankirina polîsan de dar, dîrek û dîwarên mizgeftê jî xesar dîtine û şopa guleyan li ser heye. Her wiha li şûna bûyerê xwîna ku ji laşê Huseyîn hatiye jî bi metreyan li cihê bûyerê xuya dike. Li gorî ku dîmenên kamerayeka derdorê dema bûyerê dikişîne gihîştin ber destê me, maşîneya zirxî ya bi navê Kobra li nîvê kolana Sakarya sekiniye û kolanê bê ser û ber gulebaran dike.

'Sê derbe li kurê min dane'

Li cihê bûyerê bavê welatiyê hate qetilkirin Huseyîn Ahmed, Mihemed Hesen diyar kir ku di saet 20.00'an de li serê kûçeya wan pir dengê çekan hatiye û got ku kurê wî bi sê derbê guleyan polîsan jiyana xwe ji dest dide û ji aliyê birayê xwe û welatiyan ve radikin nexweşxaneyê. Mihemed destnîşan kir ku ji dewleta Tirkiyê hov û xedartir tu dewlet nîne û got ku êrîşên herî qirêj yên polîsên Tirkiyê ne. Mihemed da zanîn ku ev êrîşên li ser gelê kurd pêk tên dijî mirovahî ye û got ku dewlet bi navê misilmaniyê xwe dide nasîn.

'Li Suriyê zilma Esed hebû li vir jî zilma Erdogan heye'

Mihemed anî ziman ku ew beriya 3'ê salan ji Qamişlo ji ber zilmê hatine Nisêbînê û wiha got: "Li aliyêkî zilma Esed me qetil dikir, îro jî zilma Erdogan me qetil dike." Mihemed bilêv kir ku dewleta Tirkiyê nahêle ew cenazeyê zarokê xwe bibin Qamişloyê û got ku ji bo birina cenaze wan asteng kirine. Mihemed da zanîn ku ev bû 6 meh ji ber deriyên sînor girtî ne hevjîn û lawikê kurê wî Huseyîn Ahmed li Qamişlo asê mane û nikaribûn bihatina Nisêbînê.

Li aliyê din cenazeyê Huseyîn ji bo kar û barên otopsiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Merdînê.

(ke-bg/rc)