Trajediya jina Êzidî Konseya Ewlekariyê hejand
12:14
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Keçeke Êzidî ku ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin û hemû cureyên tundiyê dîtiye, trajediya xwe ji Konseya Ewlekariyê ya NY’ê re vegot.
Keça Êzidî Nadiya Murad Basî Taha ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, çîroka trajediya xwe ji Konseya Ewlekaiyê ya Navnetewî re got. Nadiya lêdan xwariye, zext li ser hatiye meşandin û rojane destdirêjî lê hatiye kirin. Li gorî dîmenekî ku Sky News weşandiye, çeteyên DAIŞ’ê jinên Êzidî wekî diyarî didan hev, ev jin zêdetirî carekê hewl daye ku birve,lê her çeteyan nas dikirin û ew digirtin. Nadiya got ku çeteyên DAIŞ’ê ew û hin jinên din tevî zarokên wan ji dibistanekê dibirin dibistaneke din, di rê de hertim heqaret li jinan dikirin. Nadiya got ku wê rojane, lêdan, heqaret û destdirêjî dîtiye, çeteyan ew neçar hiştine ku cilên girtî li xwe bike. Nadya çend caran hewl da ku xwe ji destê çeteyan xelas bike, lê hertim dihate girtin û careke din wê dixistin girtîgehan û lê didan.
Nadiya got: “Min hewl dan ez birevim, lê kesên min girtim cil ji min kirin. Min ji komekê re şandin, carê yekî ji wan destdirêjî li min dikir heta ku ez ji hişê xwe çûm. Piştî 3 mehan min xwe xelas kir.” Nadiya ku trajediyeke mezin bi serê wê de hatiye got: “Divê dawî li DAIŞ’ê were”, bi vê gotinê rayedarên Konseya Ewlekakaiyê jê re çebik lê xistin.
(rc)