Şervanên YPJ banga bilindkirina berxwedanê kirin
13:12
JINHA
EFRÎN - Jinên ku pêşengiya şoreşa Rojava dikin, li hember êrîşê çeteyan vê carê Kantona Efrînê diparêzin. Şervanên YPJ'ê ên ku cihê xwe di çeperên berxwedanê ya Efrînê de digrin wiha gotin, "Çawan li kantonên din li hember çeteyan me li berxweda, li Efrînê jî em ê erkê xwe yê pêşengiyê bi cih bînin."
Li Rojava ji aliyek êrîş giran dibe ji aliyê din pêşengiya jin yê berxwedanê dertê pêş. Di 28'ê Mijdarê de çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şem û DAIŞ'ê êrîş birin ser Kantona Efrînê. Li hember van êrîşan şervanên YPJ'ê cihê xwe di çeperên berxwedanê ên gundê Bênê ya navçeya Şêrawa a Efrînê de girtin. Şervanên ku cihê xwe di çeperên berxwedanê de girtine banga bilindkirina berxwedanê kirin.
'Berxwedanê mezinkirin...'
Şervana YPJ'ê Newal Zîlan destnîşan kir ku gelê kurd bi polîtîkayên komkujiyê re rûbirû maye û wiha got, "Li hember êrîşên ser gelê me em cihê xwe di çeperên berxwedanê digrin. Ji bo ku gelê me di nava ewlehî û aramî de bijîn em li virin. Ez bang li tevahî ciwanan dikim ku cihê xwe di berxwedanê de bigrin." Şervana YPJ'ê Hewlêr Hêvî jî da zanîn ku ew li gundê Bênê tevî gel li hember êrîşan dest bi berxwedanek topyekûn kirine.
'Em ê destûrê nedin dagirkeriya çeteyan'
Şervana YPJ'ê Silava Hêvîdar jî wiha got: "Çawan li kantonên din li hember çeteyan me li berxweda, li Efrînê jî em ê erkê xwe yê pêşengiyê bi cih bînin. Em ê destûrê nedin ku çete Efrînê dagir bikin û bersiva pêwîst dê were dayîn. Di serî de em soz didin şehîdên azadiyê û gelên xwe yên rûmet ku em ê nehêlin çete axên me dagir bikin."
(rc)