Piştî 16 saetan cenazeyê Hediye Şen bi tilîliyên berxwedanê derxistin

14:17

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê êrîşên şevadinê despêkirin heya serê sibê berdewam kir. Ji ber topbaranê agir bi gelek mal û dibistanan ket. Cenazê Hediye Şen a şeva din ji aliyê sekvanan ve hatî qetilkirin piştî 16 saetan karîn ji malê derbixin. Jinan bi tilîliyên berxwedanê cenazê Hediye oxir kirin.

Li navçeya Cizîra Şirnexê dibin dorpêçê de tevahiya şevê êrîşan berdewam kir. Bi şev elektirîk hat birîn, hîna êrîş berdewam dike. Li taxên Yasef, Cudî û Nur ji bo topbaranê agir bi gelek mal û dibistanan ketiye.

Hat zanîn ku li ser Cadeya Botaş a Taxa Nur cerdevanek birîndar bûye. Hat zanîn ku Liseya Ataturk Anadoluyê û mizgefta taxê ji ber topbaranê agir pêketiye.

Li Taxa Yafesê topek bi mala keyayê taxê ketiye. Hat zanîn ku malên wealtiyên bi navê Veysî Borçin û Haci Rênas Ozaltin jî bi çekên giran hatine bombebarankirin.

Hediye Şen a ku dema li şandeşîna mala xwe ya li Kolana Yaprak a Taxa Cudî bi sê guleyan hatî qetilkirin piştî 16 saetan karîn cenazeyê wê ji malê derxînin. Heya serê sibê her du zarokên Hediye yên biçuk û hevserê wê li ber cenazê wê mane. Serê sibê dibin topbaranê de ambolansa Şaredariya Cizîrê cenazê Hediye girt û bire Morga Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê. Hevserê Hediye Mamut Şen tiştên jiyankirine wiha anî ziman: "Duh bi şev elektirîk birîn û dest bi êrîşan kirin. Ji ber ku taleta me ji dervene, hevjîna min derket şaneşînê. Hevjîna min gulebaran kirin, gule li ser, mil û aliyê rastê yê zigê wê xistin. Ew giran birîndarbû, nîvsaetê hîna jiyan dikir. Lê ji ber êrîşan menekarî em mudaxeleyî wê bikin. Ew hedef girtin û serê wê parçe kiribûn. Her du zarokên minên biçuk li ber serê dayîka xwe yê parçebûyî bûn heya jiyana xwe jidest da. Yên ku vê bi me didin jiyankirin dê teqez carekê hesabê vê bidin. Piştî 16 saetan bi zorê cenaze me karî em ji malê derxin."

Hat zanîn ku nêzî Petrola Abdulcelil a ser Cadeya Nisêbînê ya Taxa Cudî top bi malekê ket.

Ji Girê Hakim ve bajar tê topbarankirin. Di serê sibê de kepçeyên zirxî hewildan têkevin taxan. Lê ji ber berxwedana gel kepçeyên zirxî paşde vegeriyan.

Welatiyên di qadên berxwedanê de bang li her kesê kirin ku li hember êrîşên ser Cizîr û Silopiya bêdeng nemînin.

Li Cizîra ku dibin êrîşan dene berxwedana gel li kolanan berdewam dike. Dengê teqîn û bombebarana li nava kolanên Cizîrê dibin dengê tilîlî û diruşman de tê tepisandin.

(at-ma/zt)