Colemêrgiyên li hember qirkirinê meşiyan rastî mudaxeleyê hatin

14:55

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê polisan mudexela meşa HDP'ê kir di wê encamê da kesek birindar bu û kesek ji hate binçav kirin.

Li Colemêrgê bipêşengiya HDP'ê dema ku welatiyan xwestin li hember qirkirinên li Kurdistanê berdewam dikin bimeşin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Di mudaxeleyê de kesek navê wî nehat zanîn hat birîndarkirin û kesek jî hat girtin. Li gel hemû astengiya welatî heya şaredariyê meşiyan. Di meşê de pankarta "Em qedexeyan nasnakin, emê li kolanan bin" hat vekirin. Di meşê de diruşmên weke "Gelê Cizîrê ne bitenê ye" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin.

Li ber şaredariyê daxuyanî hat dayîna çapemeniyê.

(zyd/zt)