Li Silopiya jinên pêşengên berxwedanê hedef tên girtin

15:38

JINHA

ŞIRNEX - Dibin dorpêçê de li Silopiya tobaran berdewam dike. Li gel hemû êrîşan jî jinên berxwedanê bernadin di dema serdegirtina malan de ji aliyê polîs û leşkeran ve rastî tacîza gotinan û fîzîkî tên.

Dibin qedexeya derketina kolanan a ku 3 rojin li Silopiya berdewam dike, taxên Zap û Şehîd Harun dibin bopbaranê denin. Di topbaranê de gelek mal hatine xirakirin. Di serê sibê de li Taxa Başak di êrîşan de kalê 70 salî Huseyîn Guzel jiyana xwe jidest da. Ji tangên li serê kolanan hatine bicîh kirin kolan tên topbaran kirin. Li Şaredariya Silopiya jî polîs hatin bicîh kirin. Li ser banê şaredariyê jî sekvan hatine bicîh kirn. Hemû depoyên avê yên navçeyê jî hatin teqandin. Li gel hemû êrîşan jî gelê Silopiya li ber xwe didin. Li Taxa Faraşîn jî dema welatî derdikevin jideve ji aliyê polîsan ve bi gaza îsotê û guleyên rastî tên gulebarankirin. Hemû gundên Silopiya gundiyên derdikevin ji aliyê polîsan ve tên asteng kirin.

'Jin rastî tehdîd û tacîzê tên'

Welatiyên ku polîsan ser mala wan de girtine xwe gihandine Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu û diyar kirin ku di dema serdegirtinan de jin rastî tacîza gotinan û fîzîkî hatine û hatine tehdîd kirin. Ferhat balkişand ser polîtîkaya qirkirina topyekun a ser Kurdistanê berdewam dike û wiha got: "Li hember qirkirina topyekun pêdivî bi berxwedana topyekun heye. Dewlet bi tang, topan û hemû hêza xwe êrîşî sivîlan dike. Ev ne ehlaqî û wijdaniye. Heya ehlaqê şer jî nîne. Ev rewş nayê pejirandin. Divê bi berxwedana topyekun pêşî li van qirkirinan bê girtin. Yan jî bi hezaran kes bi qirkirinê re ru bi ru ye. Hîna dereng nebûyî em bang li hemû kesê dikin ji bo pêşîlê girtina qirkirinê çî ji destê wan tê bikin."

(at-ma/zt)